Polîsan li Şirnexê 10 kes binçav kirin 2019-08-18 12:03:50   ŞIRNEX - Polisan li Şirnexê bi ser gelek malên endam û rêveberên HDP'ê de girtin û 10 kes binçav kirin.    Polîsan di çarçoweya lêpirsînekê de li navenda Şirnexê û navçeya Hezexê bi ser gelek malan de girt. Polîsan li navenda Şirnexê rêveberên HDP'ê Yahya Idîn, Sînan Koluman û Sekvan Kilinç binçav kirin. Li navçeya Hezexê avêtin ser mala endamê Meclîsa Şaredariyê Mehmet Eraslan ku 15'ê Tebaxê hatibû binçav kirin û hevjîna wî Gul Erarslan binçav kirin.  Polîsan mal serûbinî hev kirin, rêveberên HDP'ê Dîndar Cîn, Cemîl Cîn, Nûrî Cîn, Selahattîn Ataman, Agîd Çokdogan û Mazlûm Çokdogan binçav kirin. Li Şirnexê 15'ê Tebaxê dîsa operasyon hatibû kirin, 9 kes hatibûn berdan û 2 kes hatibûn girtin. 15'ê Tebaxê lşi Artûklu, Nisêbîn, Qoser, Kerboran û Stewrê 11 kes hatibûn binçav kirin û tê payin ku sibê wan sewqî dadgehê bikin.