Mizrakli: Îdiayên der barê 'komkujiya heywanan' de ne rast in 2019-08-18 09:14:52   AMED – Hatibû gotin li Mala Lênihêrîna Heywanan û Navenda Rehabîlîtasyonê ya ŞBMA'yê di bin navê stewrkirinê de kûçik hatin jehrîkirin. Hevşaredarê ŞBMA'yê Selçûk Mizrakli, ji bo van îdiayan got, ev îdia ne rast in û got: "Gotinên ji bo heqkuştinê ne rast in."    Hatibû gotin li Mala Lênihêrîna Heywanan û Navenda Rehabîlîtasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (ŞBMA), di bin navê stewrkirinê de kûçik hatine jehrîkirin û îşkencekirin. Li ser vê aktivîsta mafên heywanan Fîlîz Kaya ji Avûstûryayê hat û li Mala Lênihêrîna Heywanan û Navenda Rehabîlîtasyonê lêkolîn kirin û derpêş kir ku li hêwirgeha heywanan komkujiyek pêk hatiye û heywan birçî hatine hiştin.    Li ser vê Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê ya ŞBMA'yê bi nivîskî daxuyaniyek da û ragihand ku ji bo van îdiayan lêpirsîn hatiye destpêkirin û berpirsiyar ji peywirê hatine dûrxistin.    Têkildarî van îdiayan Serokê Daîreya Karên Tenduristiyê ya ŞBMA'yê Vahap Saçaklidir, diyar kir ku ji bo ev îdia bên lêkolînkirin wan gazî parazvanên mafên heywanan kiriye ku bên Mala Lênihêrîna Heywanan û Navenda Rehabîlîtasyonê. Saçaklidir, diyar kir ku piştî li hêwirgehê 6 heywan hatine kuştin ji bo rapora nekropsiyê wan şandine û got: "Di heman rojê de me parêziya personelê teknîkê girt. Em li benda encamên biyopsiyê ne û çawa encam bên em ê bi raya giştî re parve bikin. Tiliya kê di kuştina van heywanan de hebe teqez wê teserifa me hebe. Çi hewce be em ê bikin."    DÎMEN Ê DEMA QEYÛM IN   Saçaklidir, parast ku dîmenên der barê kuştina heywanan de dîmenên sal û nîvek berê ne û yên dema qeyûm in û got: "Em rêveberiya HDP'î 4 meh û nîv in li ser kar in. Ez jî 2 meh û nîv in hatime. Der barê baytarekî de hin îdia hebûn. Ew kes ji peywirê hat dûrxistin. Lêpirsîn hat destpêkirin. Piştî lêpirsîn bi dawî bibe çi hewce be wê bê kirin."    MIZRAKLI: ME KÊMASÎ TESPÎT KIRIN    Hevşaredar Selçûk Mizrakli jî der barê van îdiayan de ji ajansa me re axivî. Mizrakli, destnîşan kir ku roja wî dest bi kar kiriye heta niha 3 caran çûye Mala Lênihêrîna Heywanan û Navenda Rehabîlîtasyonê û got: "Di warê lênihêrîna heywanan de me hin kêmasî tespît kirin. Ji kêmasiya dermanan bigire heta amaûra rontgenê gelek tiştên bi me sempatîk nehatin hebûn. Piştî me ev dîtin, me dît ku di warê birêvebirina vira de hin kêmasî hene."    LI BENDA ENCAMA OTOPSIYÊ NE    Mizrakli, destnîşan kir ku li ser îdiayan wan navend ji nêz ve raçav kiriye û ji personelan rapor xwestiye û got: "Diviya heywan ji nekropsiyê re bên şandin û wê rapora nekropsiyê ya der barê 6 heywanan de çend hefte şûnde bê. Em bi awayekî hesas li ser vê mijarê disekinin. Ji bo me qîmeta her canî heye. Xebatên hevalên me yên di vî warî de didomin."    ‘NE RAST IN'    Mizrakli, destnîşan kir ku tê gotin li navendê 40-50 heywan hatine kuştin, lê belê ev îdia ne rast in û got: "Jixwe dema li tevahiay kapasîteyê bê nerîn wê bê dîtin. Niha li wir nêzî 400 heywanên me hene. Li hemûyan tê nerîn. Hin kes dibêjin li wir heqkuştin pêk hatiye. Na, tiştekî wiha tune ye û ne rast e."   Herî dawî Mizrakli, got: "Em qîmetê didin hemû giyanewerin li xwezayê û em bi vî awayî nêzî wan dibin. Jiyana her giyanewerî biqîmet e."