398 roj in aqûbeta kurê xwe dipirse 2019-08-18 09:12:13   WAN - Dayika Omer Çevîkê hat gotin li Çiyayên Amanosê di êrîşeke bi SÎHA'yan de jiyana xwe ji dest daye, 398 roj in dixwaze aqûbeta kurê xwe hîn bibe. Dayik Nazîme Çevîk, diyar kir ku xwîn ji bavê wî hatiye girtin lê belê xwîna bavê û tu cenazeyî li hev derneketiye û got: "Dixwazim aqûbeta kurê xwe hîn bibim."    Li Çiyayê Amanosê di êrîşeke bi Amûrên Hewayî yên Bêmirov (SÎHA) de 17 kesan jiyana xwe ji dest dabû, lê belê hîn jî cenazeyên wan nedane malbatên wan. Malbatan ji bo cenazeyên zarokên xwe, ji bo testa DNA'yê xwîn dan lê belê hîn jî tiştek ji malbatan re nehatiye gotin. Her wiha hin cenaze jî bêyî bidin malbatan li goristanên bêkesan hatine veşartin û hin cenaze jî li morgan tên sekinandin.    Yek ji van cenazeyan jî ê Omer Çevîk (Karker Tolhildan) e. Piştî hat bihîstin Çevîk jiyana xwe ji dest daye, malbatê di 27'ê Tebaxa 2018'an de serî li ÎHD'a Edeneyê da û paşê jî serî li Serdozgeroya Komarê ya Osmaniyeyê da. Bavê Çevîk ji bo cenazeyê wî xwîn da lê belê xwîna wî û tu cenazeyan li hev derneket. Li ser vê dayika wî xwest xwînê bide lê belê du sal in daxwaza dayika wî nayê bersivandin. Dayik Nazîme Çevîk ji bo aqûbeta kurê xwe hîn bibe 398 roj in tev digere. Çevîk, got: "Ez dixwazim hîn bibim ka kurê min sax e yan na."    ‘CENAZEYÊ KURÊ XWE DIXWAZIM'    Dayik Çevîk, bilêv kir ku xwîna hevjînê wê û tu cenazeyî li hev dernektiye û got: "Piştî me xwîn da me serî li Dozgeriya Komarê ya Osmanyeyê da. Dozgeriyê ji me re got cenazeyê kurê we ne di nav 12 cenazeyên li wir de ye û xwîna hatiye dayîn û ya tu cenazeyî li hev derneketiye. Em dixwazin hîn bibin ka kurê me sax yan na. Ji bo xwîndayînê ez jî çûm dozgeriyê, lê dozgeriyê qebûl nekir. Gotin 'hûn biçin em ê li we bigerin.' Lê hîn jî deng ji wan derneketiye. Du sal derbas bûn. Dixwazim xwînê bidim. Eger kurê min ne sax be em dixwazin cenazeyê wî bigirin û veşêrin."    Çevîk, got: "Çima dozger cenazeyê kurê min nade? Dixwazim aqûbeta kurê xwe hîn bibim. Eger kurê min ne sax be em hestiyên wî dixwazin. Bila gorek wî jî hebe. Tenê dixwazin di cejnan de biçim ser gora wî û dua bikim."    MA / Cemil Ugur