'Guh bidin bangawaziyên Ocalan ên ji bo aştiyê' 2019-08-18 09:05:15   WAN - Waniyan, destnîşan kir ku divê bi beşdarbûyîna gel pêvajoyeke çareseriyê ya nû bê destpêkirin û divê her kes guh bide bangawaziyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên ji bo aştiyê.    Waniyan, destnîşan kir ku divê bi beşdarbûyîna gel pêvajoyeke nû ya çareseriyê dest pê bike û xwestin şer bi dawî bibe.    'DIVÊ PÊVAJOYEKE NÛ DEST PÊ BIKE'    Ramazan Başak, destnîşan kir ku divê pêvajoyeke nû ya çareseriyê dest pê bike û got: "Divê hikûmet ji bo aştiyê hin biryaran bigire. Divê guh bidin daxwazên gel. Pêvajoya çareseriyê ji bo rantê xirab kirin. Ez aştiyêd ixwazim. Tim û tim li Rojhilata Navîn xwîn diherike. Em dixwazin ev yek bi aştiyê bê helkirin."    'JI BO AŞTIYÊ DIVÊ HIN GAV BÊN AVÊTIN'    Alî Gokan jî destnîşan kir ku demildest divê pêvajoyeke çareiyê dest pê bike û got: "Divê êdî ev welat bibe welatê aştî û briatiyê. Ma wê heta kengî mirov hevdu bikujin. Em 8 kes in û em hemû betal in. Em nikarin debara xwe bikin. Eger ev şer tunebûya wê her tişt ev qasî biha nebûna. Ev hemû ji ber şer e. Di dema pêvajoya çareseriyê de em dixebitîn û pirsgirêkên me tune bûn. Lê niha ji ber şer gundên me hatien qedexekirin. Ji ber van qedexeyan em nikairn biçing undên xwe. Eger aştî hebûna me yê karibûya biçûna gundê xwe û em yê heywan xwedî bikirana û giha bidirûtana. Em aştiyê dixwazin."    'DIVÊ GUH BIDIN OCALAN'    Selîm Îşbîlîr jî destnîşan kir ku bingeha aştiyê lihevkirina bi gelê kurd e û got: "Gel şer naxwaze. Çimkî ê di şer de mezdûr dibe gel e. Di şer de herî zêde em kurd û gelê xerîban ê tirk mexdûr dibin. Em ji dewletê dixwazin ku dev ji van polîtîkayên xwe berde. Bila bên û ji gel biprisin ka ev gel şer dixwaze yan na? Ji bo kê şer dikin? Nexasim jî divê aqlê dewletê guh bide banagwaziyên Birêz Abdullah Ocalan. Ma em ê heta kengî ehvdu bikujin? Bi salan em hevdu dikujin, em tên îşkencekirin. Niha bi hezaran mirov di girtî ne. Mafê tirkan çibe em ji bo kurdan jî heman tiştî dixwazin."    Bîlîr, destnîşan kir ku ji xeynî aştiyê û lihevkirinê tu rê nemayeû got: "Heta niha bi deh hezaran mirov jiyana xwe ji dest dane. Lê ji niha û pêve jî bi sed hezaran mirov bimirin, bi sed hezaran mirov bên girtin jî em ê dev ji zimanê xwe û nasnameya xwe bernedin. Taliya talî wê aştî pêk bê. Divê maseya aştî û mzuaakereyê bê danîn."    'ÊDÎ BILA ŞER BIQEDE'    Îzzettîn Ozdemîr jî anî ziman ku ew şer naxwazin û dixwazin rojek berî rojekê aştî çêbibe. Ozdemîr, got: "Em şer naxwazin. Kurd û tirk yek in, em aştiyê dixwazin. Ji ber vî şerî mirov koç dikin, diçin ji mecbûrî li deverên din dixebitin. Eger aştî hebûna wê zarokên em li warê xwe bixebitiyana. Li vî welatî kes şer naxwaze. Êdî bila ev şer biqede."    ‘KRÎZA ABORÎ'    Husnu Şahîn jî got: "Ege raştî çêbibe wê mirov nemirin. Ma ji jiyanê xweştir çi heye? Em tim doza aştiyê dikin. Em dxwazin li vî welatî biratî hebe, xwîn nerije." Şeref Şahîn jî destnîşan kir ku divê rojek berî rojekê pêvajoya çareseriyê dest pê bike û got: "Êdî em şer û mirinê naxwazin. Divê pêvajoya çareseriyê ya berê dîsa dest pê bike. Eger pêvajoyeke çareseriyê hebe wê mirov rihet bin, wê kes neyê girtin, wê mirov karê xwe bikin û wê her tişt xweş bibe. Ji ber vî şerî krîza aborî çêbû. Ji ber vî şerî û krîza aborî êdî mirov nikarin gepek nan bibin mala xwe."    MA / Mujdat Can