2 hezar koçber li benda alîkariyê ne! 2017-11-25 09:34:35 COLEMÊRG - 2 Hezar koçberên ji şerê Iraqê koç kirin û li bajaroka Derecîk a Şemzînanê bi cih bûn, têkoşîna jiyanê didin. Koçberên zivîstana xwe di kon û bradayan de derbas dikin, diyar kirin  ku dewlet alîkarî nade wan.  2 hezar koçberên Tirkmen û Erep ên ji ber şerê Iraqê berî 2 salan ji Kerkûk û Mûsilê koçî bajaroka Derecîk a navçeya Şemzînana Colemêrgê kirin, bi sermaya zivîstanê re têdikoşin. Koçber, di sermaya hişk a zivîstanê de, di kon û brandan de dimînin. Koçberan, diyar ku zarokeke 6 mehî ji ber sermaya heyî jiyana xwe ji dest da û bi hatina zivîstanê re hemû kes bi mirinê re rû bi rû ye.      ‘PEDIVÎYÊN KOÇBERAN BI CIH NAYÎNIN’   Pêdivîyên Koçberan ên xarin, starbûn, gerimkirinê, serşoştin, mama û paçê zarokan bi cih nayên anîn û pirsgirkên wan ên penihînê nayên çareser kirin. Ligel van zor û zehemtiyan koçber dikevin dafikên qaçaxçiyan. Koçberên ji welatên xwe reviyan hemû pareyên xwe bi destên qaçaxçiyên mirovan direvînin de berdan. Gelek ji wan di komyonên siwar dibin de di qezayan de yan birîndar dibin an jî jiyana xwe ji dest didin. Herî dawî di 14’ê Cotmehê de, di qezaya li ser Pira Gundê Guldere ya Uremara Geverê 40 koçber birîndar bûn.        BANGA ALÎKARIYA LEZGÎN    Koçberan, anî ziman ku ji ber di rêyên ne fermî re û bi qaçaxî derbasî Geverê bûne, dewlet alikariyê na de wan. Koçberan, dan zanîn ku dema ew nexweş dikevin nikarin biçîn nexweşxanê û wiha gotin: “Me bi derfetên xwe ev branda danîn û ev 2 salin em têkoşîna jiyanê didin. Em banga alîkariyek lezgîn dikin. Ger alîkarî neyê kirin, dê gelek kes ji ber sermaya heyî dê jiyana xwe ji dest bidin.”