Başak Demîrtaş, Selvî Kiliçdaroglû û Dîlek Îmamoglû hatin gelhev 2019-08-17 16:44:55 STENBOL -Li ser vexwendina Hevjîna Kemal Kiliçdaroglû Selvî Kiliçdaroglû, hevjîna Selahattîn Demîrtaş Başak Demîrtaş û Hevjîna  Ekrem Îmamoglû Dîlek Îmamoglû hatin gelhev. Demîrtaş, diyar kir ku hevdîtina wan li dijî bendbendîbûna civakê, piştevanî bû.   Hevjîna Hevserokê berê yê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş Başak Demîrtaş û xwişka wî Aygul Demîrtaş, hevjîna Serokê Giştî yê CHP’ê Selovî Kiliçdaroglû û Hevjîna Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû Dîlek Îmamoglû duh hatin gelhev. Hat diyar kirin kul i ser vexwendina Selvî Kiliçdaroglû, hevdîtin pêk hatiye.    Selvî Kiliçdarolgû û Dîlek Îmamoglû, bi boneya rojabûna Başak Demîrtaş, nişkegavî paste birîne û Dîlek Îmamoglû şelpeya hevrîşmê diyarî Demîrtaş kiriye.    ‘JI BO BI DAWÎBÛNA BENDBENDÎBÛNÊ PIŞTEVANÎ BÛ’   Başak Demîrtaş derbarê hevdîtinê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û wiha got: “Hevdîtin di dorhêle jidil de derbas bû. Ev hevdîtina piştevaniyê ji bo me bi wate û girîng bû. Em jin hîn baştir hevdû fêm dikin. Hevdîtinên wiha divê di qadên polîtîk de ji bo demokrasiyê bên pêşxistin. Min ev hevdîtin li ser navê hemû girtiyên siyasî yên bi awayekê bêhiqûq tên girtin qebûl kir û bi wate dibînim. Ji bo ku bendbendîbûna civakî bi dawî bibe, divê hevdîtinên wiha bên zêdekirin. Ez cardin spasiyê xwe pêşkêjî Xanima Selvî û Xanima Dîlek dikim.”    ‘HÊVÎ DIKIM KU BI BANDOR BE’      Aygul Demîrtaş jî, derbarê hevdîtinê de ev tişt gotin: “Mijar ne tenê Selahattîn Demîrtaşe. Bi hezaran girtî û bi deh hezaran mirovên ne girtî tên darizandin hene. Ev piştvanî bêguman girîng bû. A girîng di qada siyasî de reformên bên kirin û sererastkirina qanûnê ya di parlamentoyê de bê kirine. Bê guman em jin girîngeiyê didin piştevaniya dinava xwe de û em dixwazin vê berdewam bikin. Ez hêvî dikin ku hevdîtinên wiha yên binirx, di qada siyasî de jî, bi bandor bin. Em jin, emê têkoşîna xwe ya li dijî bê edaletiyê berdewam bikin.”