Dozger binçavkirina Nûçegîhanê me Ergîn Çaglar 2 rojan dirêj kir 2019-08-17 16:21:18 MÊRSÎN - Dozger binçavkirina nûçegîhanê me yê Ajansa Mezopotamya yê Mêrsînê Ergîn Çaglar ku duh dema çû edliyê hat binçavkirin, 2 rojên din dirêj kir.   Nûçegîhanê Ajansa me Mezopotamya (MA) yê Mêrsînê Ergîn Çaglar, duh dema çû Edliyeya Mêrsînê di çarçova lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de, polîsan ew binçav kirin. Polîsan piştî Çaglar li Edliyê binçav kirin, birin nexweşxaneyê û ji wir jî birin Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê.  Polîsan ji Dozger xwest binçavkirina Çaglar 2 rojên din jî bê dirêjkirin. Li ser daxwaza polîsan dozger 2 rojên din binçavkirina Çaglar dirêj kirin.