Di kongreya HDP’ê de banga yekitiya Kurdan hat kirin 2019-08-17 16:10:30 ÊLIH - Di kongreya Rêxistina HDP’ê ya navçeya Navendî ya Êlihê de, banga yekitiyê hat kirin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Navendî ya Êlihê, 2’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li Salona Dawetê ya Gala li dar xist. Nûnerên Partiya Demokratîk a Kurdistan a Tirkiyeyê (TKDP, Partiya-Bakur a Demokratîk a Kurdistanê (KDP-Bakur), Partîya Azadî û gelek nûneên civaka sivîl beşdarî kongrê bûn.    ÎPEKYUZ: HDP PARTIYA GELANE    Piştî deqeyek rêzgirtinê, ji bo dîwana kongrê hilbijartin hat kirin. Parlementerê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz, di kongreyê de axivî û wiha got: “Em Hevserokên HDP’ê yên Bajêr Nîzamettîn Tugûç û Hevserokê DBP’ê yê Êlihê Şukru Topkan ên hatin girtin silav dikin. Di HDP’ê de siyaset kirin zore, lê tune kirina HDP’ê jî pir zore. HDP partiya gelane û gel piştgiriyê dide HDP’ê.”    ÛCA: LI DIJÎ YEKETIYA KURDAN DIJMINANTIYÊ DIKIN    Parlementer Feleknas Ûca jî, bal kişand ser dijminantiya Kurdan û wiha axivî: “Divê li dijî dijminantiya Kurdan yekitî bê avakirin. Rêberê Gelê Kurd ev 20 salin girtiye û dibin tecrîdê deye. Kêm jî be ev tecrîd hatiye şikandin. Emê bi rihê yekitiyê têkoşîna xwe ya azadiyê berdewam bikin.”    BANGA YEKITIYÊ   Wekîlê HDP’ê Mûsa Farîsogûllarî jî, bal kişand ser girîngiya tevlîbûna kongreyê û wiha ev bang kir: “Li dijî komkujiyên li ser Kurdan û polîtîkayên tunekirinê, yekitî û bi hevre bûn pir girînge. Em dinava yekitiyê de piştevaniya xwe mezin bikin.”    Piştî axaftinên hatin kirin, raporên malî û xebatên partiyê hatin xwendin. Dûre hilbijartina hat kirin. Di hilbijartina hat kirin de, ji bo Hevserokatiya HDP’ê ya Navçeya Navendî ya Êlihê Azad Esîn û Gûrbet Dogan hatin hilbijartin.