'Rûniştina F' vê carê ji bo Rojnameger Ziya Ataman li dar xistin 2019-08-17 15:20:49 STENBOL – Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê vê carê ji bo Rojnamger Ziya Ataman çalakiya "Rûniştina F" li dar xistin. Komîsyonê xwest Ataman serbest bê berdan.  Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê  di hefteya 386'an a çalakiya "Runiştina F" de xwestin dîsa li Qada Galatasarayê kom bibin û balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş. Polîsan komîsyon di hefteya 386’an de dîsa asteng kir û destûr nedan ku li Galatasarayê daxuyaniyê bidin. Komisyon piştî rastî astengiya polîsan hat li pêş Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê kom bûn û daxuyanî dan. Endamên komîsyonê wêneyên girtiyên nexweş rakirin û pankarta “Tedawî maf e, nayê astengkirin" vekirin. Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Mehmet Acetîn axivî û bal kişand ser tenduristiya Rojnameger û nûçegîhanê DÎHA ya hat girtin Ziya Ataman. Acetin diyar kir ku Ataman di 11'ê Nîsana 2016’an de bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û 3 salin bi nexweşiya roviyan e." Acetin, anî ziman ku li Dadgeha Cezayên Giran a Şixnexê 8 danişînê Ataman tên dîtin, lê hêj nehatiye berdan. Acetîn xwest bi lez Ataman serbest bê berdan."    Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.