'Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan berdin' 2019-08-17 15:10:38   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê, di çalakiya xwe ya vê heftê de, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê 81 salî Mehmet Emîn Ozkan ê 23 salin girtiye û xwest Ozkan bê berdan.    Endamên Komîsyona windayan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê, bi diruşmeya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li pêş Sumerbank a Berê ya Konaka Îzmirê çalakiya xwe berdewam kirin. Di çalakiyê de pankarta "Girtiyên nexweşîna giran dimirin' hat vekirin û daxwaza berdana girtiyê nexweşîna giran ê 81 salî Mehmet Emîn Ozkan ê 23 salin girtiye yê bi hinceta li navçeya Licê ya Amedê di 22'yê 1993'yan de Fermandarê Cendirmeyan Bahtiyar Aydin kuştiye cezayê muebeta giran li hat birin, kirin. Daxuyaniya vê heftê ji aliyê Rêveberê Şaxa ÎHD'ê Cemîle Karakaya ve hat dayîn.    'NABE KU MAFÊ TENDURISTIYÊ CUDA BÊ FIKRÎN'   Karakaya, madeya 25'emîn a Danezana Gerdûnî ya Mafê Mirovan bi bîr xist û wiha axivî: "Mafê tenduristiyê, mafekê bingehîne. Ji bo ku kes bibin xwedî maf, divê dewlet dewletên civakî bin. Mafê tenduristiyê ji mafê jiyanê ne cudaye û nabe ku cuda bê fikirîn. Di girtîgehan de jiyan pir zore. Bi taybetî ji bo kalekê 81 salî û bûyî 30 kîlo pir zortire. Girtiyê 81 salî Mehmet emîn Ozkan, 23 salin girtiye. Ligel ku rewşa tenduristiya wî pir girane jî nayê berdan. Ozkan ê nayê berdan, li girtîgehê bi dehan car ji xwer hişê xwe çûye û wî rakirine nexweşxanê. Ozkan di maha Adarê ya sala 2019'an de ji bo bê berdan cardin serî li ATK'ê da. Lê tu encam derneketin holê. ATK divê êdî dest ji noteriya  hikumetê berde û serî li riyên mirovên zanist bide. Divê çarçoveyê de me dixwazin Ozkan û hemû girtiyên nexweş bên derdan."   Piştî daxuyaniyê 5 deqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.