‘Naxwazin Ocalan ji mirovan re bibe ronahî’ 2017-11-25 09:10:09 STENBOL – Ji Heyeta Mirovên Aqilmend Celalettîn Can got ku dewlet nahêle ku Ocalan ji mirovan re bibe ronahî û wiha got: “Ocalan, ji bo aştî û çareseriyê kesê herî muhîm e. Heke tê xwestin aştî çê bibe û li Rojhilata Navîn têkiliyên baş çê bibin, divê vê firsenda dîrokî bidin Ocalan.”  Celalettîn Can ku di nav Heyeta Mirovên Aqilmend a di dema “pêvajoya çareseriya demokratîk” de hatibû çêkirin de cih digire, anî ziman yê di warê bîrdozî de rê li ber pêvajoya çareseriyê xist Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan bû.     'OCALN BANDOR LI RAYEDARÊN DEWLETÊ KIR’    Can, dest nîşan kir ku di hevdîtinên wan ên bi rayedarên dewletê re, rayedaran ji wan re digot wan hin têgeh ji Ocalan wergirtine û ew wî bi awayekî zelal fêm dikin. Can, got ku heyetên ji bo hevdîtinê diçûn, tesîr ji Ocalan digirtin û ev tişt gotin: “Dizanim ku rayedarekî  payebilind ê dewletê ji bo Ocalan ev tişt gotin: ‘Dema em heyeteke dewletê jê re dişînin, pêdiviya ku em heyeta duyem biguherînin li me peyda dibe.’ Dema sedema vê yeke dihat pirsin wiha digotin: ‘Ocalan bandorê li wan dike.’ Bandorek Ocalan li ser wan hebû. Me ev yek di hevdîtinan de didît û hîs dikir. Ji ber pêvajoya çareseriyê ket bin bandora Ocalan, xera kirin.”    'DEWLET NAXWAZE OCALAN BIBE LEMPE’    Can, dest nîşan kir ku pêvajoya çareseriyê hem ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd hem jî ji bo dewletê şensekî mezin bû û divê pêvajoyê de yê xwedî fîzîbîlîteyeke demdirêj Ocalan bû. Can, diyar kir ku pêvajo wek ku Ocalan dixwest tam bi rê ev nediçû û wiha got: “Dewletê bi awayekî baş bîr, pêşbîniya polîtîk, sebr û tiştên din ên Ocalan tehlîl kir. Îro jî ji bo pêwendî bi Ocalan re neyê dayîn, neyê zanîn ka çi difikire tev digerin. Li hemberî şexsê Ocalan dijminatî hwd. tune ye; dewlet dibîne ku di warê bîrdozî, polîtîk de ji mirovan re dibe lempe û vê yekê asteng dike.”    Can, diyar kir ku ew di çarçoveya xebatên Heyeta Mirovên Aqilmend de di nav 3-4 mehan de çûne 81 bajaran û wan li Anatolyaya Navîn bi 6 hezar û 500 kesî re hevdîtin çê kiriye. Can, got ku ji vana 3 hezar û 500 kesî gotiye “Bi şertê welat dabeş nebe, terör bi dawî bibe, divê Ocalan ji girtîgehê derkeve.” Can, diyar kir ku ew li hêla Behra Reş jî bi bertekên erênî re rû bi rû man û wiha got: “Wisa tê bîra min, ji sedî 70’yê alîgirên MHP’ê dixwestin aştî çê bibe.”    Can, dest nîşan kir ku ji nîşeyên Îmraliyê û ji Mutabaqata Dolmabahçeyê jî dihat fêmkirin ku Ocalan di ferqa şer de bû, nedixwest şer derkeve û wiha domand: “Mixabin ev rewş wisa pêş neket. Heke Erdogan paralelî Birêz Ocalan bimeşiyana, wê Tirkiye di warê polîtîkaya Sûriyeyê de zaf bandorker bûna. Wê li Başûr bûyera referandûmê neqewimiyana an jî wê bi awayekî din çê bûna. Îro polîtîkaya Îranê zêde bandorê li Tirkiyeyê dike, lê heke tecrîd tunebûna wê Tirkiye di polîtîkaya Îranê de jî bandorker bûna. Lê ev yek ji dest Tirkiye û Erdogan reviya. Lê ji xwe tecrîdkirina Ocalan jî perçeyek ji polîtîkayên şer e.”   'BILA TECRÎD BÊ RAKIRIN, FIRSENDÊ BIDIN OCALAN’    Can, dest nîşan kir ku di dema pêvajoya aştiyê de Ocalan rolekî dîrokî lîst û ev tişt gotin: “Birêz Ocalan, ji bo aştî û çareseriyê kesê herî muhîm e. Di heman demê de tekane mirov e ku PKK guh didê. Heke tê xwestin aştî çê bibe û li Rojhilata Navîn têkiliyên baş çê bibin, divê vê firsenda dîrokî bidin. Ev yek jî bi rakirina tecrîdê pêkan e.”    MA / Bilal Seçkin