Adsiz ê li Girtigeha Xarpêtê di rojiya mirinê de bû dawî li çalakiya xwe anî 2019-08-17 12:52:36 XARPÊT - Girtiyê li Girtîgeha Hêjmar 1 a Xarpêtê li dijî îşkenceyê ketibû rojiya mirinê Musa Adsiz, piştî midûrê girtîgehê pêre hevdîtin kir, dawî li çalakiya xwe anî.  Li Girtîgeha Hêjmar 1 a Xarpêtê Musa Adsiz, ji ber ku di yek hucreyê de dihat girtin û rastî îşkenceyê hatibû di 29'ê Tîrmehê de dest bi rojiya mirinê kiribû. Adsiz, piştî midûrê girtîgehê pêre hevdîtin kir û şertên wî qebûl kirin dawî li çalakiya xwe anî. Adsiz, bi rêya malbatê agahî da û diyar kir ku midurê girtîgehê pêre hevdîtin kirine û şertên wî baş kirine û piştî şertên wî hatine başkirin dawî li çalakiyê anîye. Adsiz, destnîşan kir ku bi şert û soza carek din rastî tundî û îşkenceyê neyê, dermankirina wî bi rêk û pêk bê kirin, dawî li çalakiya xwe anîye.    Dayika Adsiz, Redda Adsiz îro li girtîgeha Xarpêtê bi kurê xwe re hevdîtin kir û diyar kir ku li gel mehek di ser îşkenceya hatiye kirin re derbas bûye jî hêj şopa îşkenceyê li milê wî hene. Dayik Adsiz, destnîşan kir ku kurê wê pir kîlo daye û nexweşiyên wî yên bedenî û derûnî zêde bûne û wiha got: "Midurê girtîgehê duh bi kurê min re hevdîtin kiriye. Piştî midûr soza ku şert û mercên wî baş bike daye û şûnde kurê min dest ji çalakiya rojiya mirinê berdaye. Kurê min diyar kiriye ku ger di nava 10 rojan de daxwazên wî pêk neyê wê dîsa dest bi çalakiyê bike."