Der barê îşkenceya li Girtîgeha Osmaniyê de serlêdana sûc 2019-08-17 11:59:39 OSMANIYE - Hevjînê Ahmet Aycan ê li Girtîgeha Tîpa T a Jimara 2 a Osmaniyê rastî îşkencê û mûameleya xerab hat Kevser Aycan, li dozgeriyê serlêdana sûc kir û xwest îşkenceya li girtiyan tê kirin bi dawî bibe.   Hevjînê Ahmet Aycan ê li Girtîgeha Tîpa T a Jimara 2 a Osmaniyê rastî îşkence û mûameleya xerab hat Kevser Aycan, li Serdozgeriya Komarê  ya Girtîgeha Tîpa T a Jimara 2 a Osmaniyê serlêdana sûc kir û xwest mûameleya xerab û îşkence bi dawî bibe.   Aycan di daxwaznameya serlêdana sûc a ji bo dozger nirvîsandî de wiha got: "Hevjînê min Ahmet Aycan li qawîşa A-8 a Girtîgeha Tîpa T a Jimara 2 a Osmayiyê, di navbera 20.07.2019'an û 16.08.2019'an de, ji aliyê gardiyenan ve bi awayekê keyfî hat derpkirin. Piştî wî derp dikin, dernaxin revîrê. Kincên ku jê re dişînim nadinê. Dîsa nameyên ji bo wî tên rêkirin, nadinê û zextên derûniyê lê dikin. Ji ber vê derbarê jiyana wî de fikar û gumanên min hene. Ez dixwazim di demek herî nêz de, ya pêwîst bê kirin."