Dozger di destûrê de ye cenaze 28 rojin li morgê ye 2019-08-17 11:40:41   AMED - Cenazeyê Mucahît Yilmaz bi hinceta "testa DNA" û "dozger di disturê" de ye 28 rojin nadin malbatê û li morgê didin rawestandin.  Polîsên girêdayî Miduriyeta Ewlekariya Amedê, di 21’ê Tîrmehê de bi ser mala Ahmet û Bîrsen Yoldaş a li Cadeya Karacadag a navçeya Rezan a Amedê de girtibûn. Di serdegirtinê de, welatî Mucahît Yilmaz ê ji navçeya Qoser a Mêrdînê jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê ciwanê 27 salî Mucahît Yilmaz 28 rojin nadin malbatê. Piştî buyerê Wezîrê Karên Hundir daxuyanî dabû û gotibû "Endamê rêxistinê yê ji çiyê hatiye û xwestiye li bajar çalakiyan li dar bixe." Wezîr piştre dîsa daxuyanî dabû û gotibû 'Di bûyerê de şer derketiye û di encama şer de jiyana xwe ji dest daye' Lê şahidan jî diyar kiribûn ku şer derneketiye û hatiye înfazkirin. Piştî bûyerê li gel ku malbatê cenaze teşhîs kirin jî rayedaran cenaze bi hinceta "testa DNA" û bi hinceta "Dozger di destûrê de ye" 28 rojin nedan malbatnê.    Di 22'ê Tîrmehê de nasnameya Yilmaz aşkere bû û Malbat Yilmaz di roja duyeamîn de hatin Amedê. Malbatê roja duyemîn seri li Serdozgeriya Komarê ya Amede dan. Bav Abdulkadir Yilmaz, piştî li morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazi Yaşargil a Amedê cenaze tespît kir, dozgeriyê xwestibû mînaka xwînê bide. Li ser vê yekê malbate mînaka xwînê dabûn Saziya Tipa Edlî. Malbatê piştî cenaze tespît kir û minaka xwîne dan jî niha bi hinceta "dozger di destûrê de ye" cenaze nadin malbatê. Malbata ku ji bo cenaze bigirin hatin, ji ber ku dozger li desturê ye dîsa bêyî cenaze bigirin vegeriyan Qoserê.      Hikûmeta AKP'ê piştî pêvajoya çareseriyê xera kir gelek cenazeyên ciwanên Kurd li morgan didin rawestandin. Bêyî cenazeyan bidin malbatan li gorîstanen bêkesan defin dikin. Bi taybeti piştî qedexeya derketina kolanan li Mêrdîn, Riha, Erzirom, Dîlok, Amed û Semsûrê gelek cenaze li goristanên bêkesan hatin defin kirin. Li Meletiyê ku Saziya Tipa Edlî lê heye ji herî kêm 170 cenaze li goristana bêkesan defin kirin û nadin malbatan.    Li goristana Xerzanê ya Oleka Jorîn a Bedlisê jî bi hinceta wê testa DNA bikin di 19'ê kanûna 2017’an de 267 cenaze ji goristanan derxistin û birin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Ji 267 cenazeyan malbatan 2 cenaze girtin û hêj 265 cenaze li Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê tên rawestandin. 2 sal derbas bûn, lê hêj dozgeriyê cenaze nedane malbatan.