'Divê ji bo biryarên erênî AYM bê teşwîqkirin’ 2019-08-17 10:15:50 AMED - Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytûn, bal kişand ser girîngiya biryara AYM’ê ya ji bo “Akademîsyenên aştiyê” dayî û got: “Divê ji bo biryarên erênî dadgeha bilind bê teşwîqkirin û TMK’a ku karê demokratîkbûyînê dixetimîne ji holê bê rakirin.”    Nîqaşên derbarê biryara Dadgeha Bilind (AYM) a ji bo serlêdana 10 akademîsyenên danezana “Emê nebin hevkarê vî sûcî” îmzekirin, mafê azadiya raman û îfadê hatiye binpêkirin da, berdewam dikin.   Di vî ya bû dadgehên herêmî demildest vê biryarê bi cih bînin, lê derdorên desthilatdariyê li dijî vê yekê tevgerin û bi “1071” îmzeyên kom kirin, dadgeh rexne kirin.     ‘JI BO TIRKIYEYÊ BIRYAREK BI PÎVAN BÛ’   Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê Abdullah Zeytûn, diyar kir ku hemû biryarên Dadgeha Bilind (AYM), dadgehên herêmî, desthilatdariyê, dewletê û hemû saziyên dewletê eleqedar dike. Zeytûn, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Biryara AYM’ê ya dayî, ji bo demokrasî, hiqûa û edaleta Tikiyeyê divê weke pîvan be. Ji bo qedexeyên derketina derve, binpêkirinên mafên mirovan û kuştina mirovan belavokek wiha îmzekirin, pir xwezayîye. Ji xwe ji mirovên zanist, ronakbîr û akademîsyenen ev yek tê hêvîkirin. Lê belê daraza ku erk û mîsyon girtiye ser milê xwe, derbarê gelek akademîsyenan de lêpirsîn vekir û bi vê hincetê gelek akademisyen girtin û binçav kirin.”   ‘DIVÊ JI BO BIRYARÊN ERÊNÎ AYM BÊ TEŞWÎQKIRIN’   Zeytûn, da zanîn ku divê ji bo biryarên erênî AYM bê teşwîqkirin û wiha bilêv kir: “Divê hemû dadgehên herêmê vê biryarê bi cih bînin. Zanîngeh û akademîsyenên li dijî biryara dadgeha bilind îmze kom kirin, ne dinava berpirsiyartiyek çareser kirinê dene. Di Qanûna Bingehîn a Komara Tirkiyeyê de, Yekineya darazê ya herî bilind AYM ye. Divê hemû sazî û dezgeh biryarên AYM’ê bênîqaş bi cih bînin. Divê ji bo biryarên erênî dadgeha bilind bê teşwîqkirin û Qanûna Têkoşîna bi Terorê re (TMK) ku karê demokratîkbûyînê dixetimîne, ji holê bê rakirin. Bi rakirina vê qanûnê re, divê ji bo azadiya raman û îfadeyê, qanûnên nû bên sererast kirin.”    MA / Aydin Atay