Akademîsyenên Zanîngeha Artûklûyê: Enstîtu tê tasfiyekirin 2019-08-17 09:19:53 AMED - Hîndekarên Zanîngeha Artûklûyê, biryara ji bo girtina Enstîtiya Zimanên Zindî wekî "tasfiyekirinê" nirxandin û gotin, berê jî akademîsyenên kurd û muxalif hatine tasfiyekirin.    Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê, biryar girt ku Enstîtuya Zimanên Zindî bê girtin. Biryara hat girtin ji YOK'ê re hat şandin. Her wiha piştî li ser medyaya civakî gelek kesan bertek nîşan da Rektor Ahmet Agirakça li ser hesabê xwe daxuyaniyek da û parast ku enstîtu nehatiye girtin, biryara YOK'ê ye ku hemû enstîtya di bin banekî de kom bike.    Lê belê hîndekarên Enstîtuya Zimanên Zindî, destnîşan kirin ku daxuyaniya rektor Agirakça ne rast e û tu biryareke YOK'ê ya bi vî rengî tune ye. Hîndekaran, anî ziman ku ev pêvajo pêvajoyeke tasfiyekirinê ye.    Hîndekaran, destnîşan kir ku xebatên li enstîtuyê tên kirin ji bo pêşxistina ziman û çanda kurdî xebatine girîng in. Hîndekaran, diyar kir ku ya niha tê kirin tasfiyekirina akademîsyenên kurd û muxalif e û gotin: "Bi destê rektor girtina enstîtuyê, encama nêzîkatiya wî ya ji bo kirdî û kurda ye. Her çend bê gotin ev yek ji bo yekkirina enstîtuya ye jî, lê belê ya tê kirin tasfiyekirina Enstîtuya Zimanên Zindî ye. Ev yekkirin her çend wekî teserifeke îdarî bê nîşandan jî lê belê di bin vê de mantiqa tasfiyekirinê heye."      Rektor Agirakça ku wekî kesekî li dijî kurdî ye tê naskirin di wergera pirtûka "El-Kamîl fî't-Tarîh" a Îbnu'l-Esîr de deverên navê "kurd" tê de derbas bibûn wekî "turk" guherandibû.    MA / Lezgin Akdeniz