Marmara ji bo erdhejê ne amade ye 2019-08-17 09:14:55 STENBOL – Serokê Odeya Endezyarên Avahiyan Cemal Gokçe, diyar kir ku di ser erdheja 17'ê Tebaxê re 20 sal derbas bûne lê belê hîn jî Marmara ji bo erdhejê ne amade ye û got: "Piştî erdhejê, ji bo mirov lê kom bibin qadên vala divên. Lê belê li Stenbolê ji 4 parên van qadan 3 par jê tên bikaranîn."  Di 17'ê Tebaxa 1999'an de li Stenbolê erdhejek mezin pêk hatibû. Di wê erdhejê de bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dabûn û bi hezaran kes jî birîndar bibûbn. Serokê Odeya Endezyarên Avahiyan Cemal Gokçe, destnîşan kir ku di ser erdhejê re 20 sal derbas bûne lê belê hîn jî tevdîr nehatine girtin.    TU MALBAT NEMA TESÎR LÊ NEKIR    Gokçe, bilêv kir ku di erdheja 17'ê Tebaxa 1999'an de tu malbat nema ye ku tesîr ji erdhejê negirtiye û got: "Bi deh hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan. Zêdetirî 17 milyar dolar zirareke aborî çêbû. Avaniya binerdî rûxiya. Mirov betal man Zêdetirî milyonek kes bê mal man. Nêzî 16 bajar tesîr ji vê erdhejê girtin."    ‘DIBE EM BI KARESATEKE MEZIN RE RÛ BI RÛ BIMÎNIN'    Gokçe, destnîşan kir ku Herêma Marmarayê li ser xeta fayê ya aktîf e û ev jî tim rîska erdhejê di xwe de dihebîne. Gokçe, bilêv kir ku lê dîsa jî tu xebatên ji bo nûkirin û xurtkirinê nehatine kirin û got: "Di serî de li Stenbolê û bi giştî jî divê avahiyên li bajarên derdorê bênz exmkirin. Avahiyên nû bên çêkirin divê li gorî rêziknameya erdhejê bên çêkirin. An jê dibe em bi karesateke mezin re rû bi rû bimînin."    Gokçe, diyar kir ku divê qadên vala hebin da ku di dema erdhejê de mirov lê kom bibin. Gokçe, anî ziman ku piştî erdheja 17'ê Tebaxê Walîtiya Stenbolê di navbera 1999-2003'yan de ji bo lihevkombûnê 493 cih diyar kirine, lê belê niha ji 4 parên van cihan 3 jê tên bikaranîn. Gokçe, da zanîn ku van cihên lihevkombûyînê AVM, otopark û avahî hatine çêkirin.    Gokçe, destnîşan kir ku Tirkiye ji bo erdhejê û bûyerên din ên xwezayî ne amade ye û got: "Stoka avahiyên di sala 1999 û ya niha eynê ye. Ger erdhejek pêk bê wê tenê ne Stenbol û Kocaelî, wê Sakarya, Balikesîr, Çanakkale, Tekirdag, Bûrsa û Zongûldak jî tesîrê jê bigire."    MA / Bariş Ceyhan