ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2019'AN 2019-08-17 09:00:05 * Li Colemêrgê mêşvanan dest bi derxistina hingiv kir. Mêşvan, li gor par îsal li benda bereke baştir in û her wiha li hemberî hirçn jî ji bo "parastinê" rê û rêbazên balkêş bi kar tînin.  * Girtî Ferhat Demîrbaş ê sala par li Girtîgeha Tîpa T a Jimara 1 a Osmanniyê rastî îşkenceya gardiyen û bijîjk hat, serlêdana sûc kiribû, lê dozger bi tu awayî bersiv na de Demîrbaş. Parêzer Mehtap Sert, diyar kir ku dest bi lêpirsînê nekirin, encama polîtîkayên necezakirinê yên dewletê ne.    * Hevserokê HDP'a Stenbolê Cengîz Çîçek, bal kişand ser gotinên Ocalan ên der barê têkiliya di navbera kurd-tirkan de û destnîşan kir ku Ocalan, li dijî pergala xirabiyê ya sed salî derdikeve.    * Serokê Odeya Endezyarên Avahiyan Cemal Gokçe, diyar kir ku di ser erdheja 17'ê Tebaxê re 20 sal derbas bûne lê belê hîn jî Marmara ji bo erdhejê ne amade ye û got: "Piştî erdhejê, ji bo mirov lê kom bibin qadên vala divên. Lê belê li Stenbolê ji 4 parên van qadan 3 par jê tên bikaranîn."    * Walîtiya Wanê 1000 rojin hemû çalakî, şahî û bernameyên civakî û demokratîk li Wanê qedexe dike. Gelê Wanê 1000 rojin di bin pergala OHAL'ê de dijî. Heta niha bi sedan çalakî û şahiyên civakî û demokratîk hatin qedexekirin. Hemû îtirazên li dijî qedexeyan ji aliyê dadgehê ve hatin redkirin.    * Hikûmetê û Turk-Îş'ê, ji bo Peymana Kar a Giştî li hev kirin û îmze danîn bin peymanê. KESK û DÎSK'ê bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: "Îmze danîn bin belengaziyê. Ev tê wateya ku xizan hîn bêtir xizan bibin."    * Li Girtîgeha Jimare 2 ya Tîpa T a Osmaniyeyê, yek ji girtiyên gardiyanan ew derb kir Suleyman Saçal, bilêv kir ku eger îşkence bidome ew ê dest bi rojiya mirinê bikin.    * Hîndekarên Zanîngeha Artûklûyê, biryara ji bo girtina Enstîtiya Zimanên Zindî wekî "tasfiyekirinê" nirxandin û gotin, berê jî akademîsyenên kurd û muxalif hatine tasfiyekirin.    * Binefş Silik, diyar kir ku her diçe rewşa hevjînê wê Ahmet Silik ê 75 salî yê di girtîgeha Tîpa R a Menemenê de ye xirab dibe û gava ew çûne girtîgehê hevjînê wê ne wê û ne jî zarokên xwe nas nekirine. Sîlîk, xwest hevjînê wê bê berdan.    * Şanoger Alî Yildirim û yek ji navdarên gîtara akustik Alî Deniz Kardelen ên beşdarî ‘Nobeta Av û Wijdanê’ ya li Çiyayên Kazê bûn, diyar kirin ku berxwedan û huner ji hev ne cudane û gotin: “Hemû berxwedan zimanekê hevpar ava dikin.”    * TUAY-DER bi şîara "Bi germahiya Roja li Zindanan bilind dibe em têkoşîna xwe bilind dikin" wê li avahiya HDP'ê ya Amedê 1'emîn Kongreya xwe ya asayî li dar bixe. (10.00)    * Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê bi boneya winda bên ditin û kujer bên darizandin wê li avahiyên xwe çalakiyên şemiyê berdewam bikin. (12.00)   * Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta zarokên xwe yên winda bipirsin û kujer bên darizandin wê di hefteya 751'an de li Qada Galatasarayê kom bibin û çalakiya xwe berdewam bikin (12.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê bi dirûşmeya "Ji Girtiyên nexweş re azadî" wê li Konakê çalakiya xwe ya heftane berdewam bikin. (13.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi armanc balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 386'an de li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (13.30)   * Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê çalakiya xwe li pêş avahiya xwe ya Enqereyê berdewam bikin. (14.00)   * Piştevaniya Bajar a Kadikoy û Meclîsa Demokrasiyê ya Kadikoyê bi armanca balê bikişînin ser erdheja 17'ê Tebaxê wê li pêş Operaya Sureyya kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bibîr bînin. (19.00)