Li Licê agir bi daristanekê ket 2019-08-16 21:26:42   AMED - Li mezrika Akro ya Taxa Karahan a Licê agir bi daristanê ket.    Wesayîtên agirkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê mudaxileyî agir dikin. Lê belê ji ber cihê agir pê ketiye bi kend û kosp e, wesayîtên agirkujiyê tam nikarin mudaxile bikin û her diçe agir berbelav dibe.    Nehat hînbûn ka ji bo çi agir bi daristanê ketiye.