Baroya Amedê: Li Girtîgeha Xarpêtê girtiyên rastî îşkenceyê hatin rastî lêpirsînê hatin 2019-08-16 16:48:50 AMED - Baroya Amedê di çalakiya Kursiya Mafên Mirovan a ji bo Serokê Baroya Amedê yê hat kuştin Tahîr Elçî de bal kişandin îşkenceya li girtîyên li Girtîgeha Xarpêtê hatiye kirin û diyar kirin ku li Xarpêtê yên îşkence kirin lêpirsîn li wan nehat vekirin. 20 girtiyên rastî îşkenceyê hatin 12 rojin rakirine nexweşxaneyê. Der barê 40 girtiyên rastî lêdanê hatin de lêpirsîn hatiye vekirin.    Baroya Amedê bi boneya bîranîna Seroke Baroye yê berê Tahîr Elçî û kujerên wî bên dîtin û darizandin wê li pêş Edliyeya Amedê bernameya "Kurdiya Mafên Mirovan a Tahîr Çelî" di hefteya 189'an de berdewam kir. Endam û rêveberên Baroyê di bernameyê de pankarta ku wêneyê Tahîr Elçî ya "Êm te ji bîr nakin/Seni Unutmayacağız" nivîsandibûn vekirin. Di bernameyê de Rêveberê Baroya Amedê Muhlis Ogurgul, diyar kir ku di ser lêpirsîna Elçî re piştî Zanîngeha Londra rapor amede kir re 9 meh derbas bûn, lê heta niha tu gavên şênber nehatiye avêtin.    Ogurgul, anî ziman ku heta niha dozgeriyê îfadeya polîsê bi guman negirtiye û wiha axivî: "Ev yek nêzîkatiya dozgeriyê ya li hemberî cînayeta Tahîr Elçî nîşan dide."    Ogurgul, anî ziman ku li Girtîgeha Hêjmar 2 a Xarpêtê binpêkirina mafan zêde bûye û wiha got: "Têkildarî binpêkirina girtîgehê Baroya Amedê û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) di 9'ê tebaxê de daxuyanî dan. Baroya Amedê di 10'ê tebaxê de ziyaretek din kir. Endamên Baroyê bi girtî N.B û M.K  re hevdîtin kirine û li gorî hevdîtinê 20 girtî rastî îşkenceyê hatine û der barê 40 girtiyan de lêpirsîn hatiye vekirin. Ogurgul, anî ziman ku yên îşkence kirine lêpirsîn li wan nayê vekirin, lê 40 girtiyên rastî lêdan û îşkenceyê hatine der barê wan de lêpirsîn hatiye vekirin.    Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû