Gardiyanên ku tê angaştkirin êrîşî girtiyan kirine: Em ê sibê dîsa bên 2019-08-16 09:09:40 AMED - Hat angaştkirin ku gardiyanên Girtîgeha Jimara 2'an a Tîpa T a Osmaniyeyê, bi hinceta ku jimartina li ser pêya red kirine, girtiyan derp kirine. Girtiyên ku ji cihên xwe yên cûda hatin birindarkirin, ragihandin ku gardiyanan gefa ku dê 'sibê dîsa bên' li wan xwariye.  Malbatên ku xizmên wan li Girtîgeha Jimara 2'an a Tîpa T a Osmaniyeyê girtî ne, angaştkirin ku di 8'ê Tebaxê de ji ber ku girtiyan jimartina li ser pêya red kiriye, rastî êrîşa 50 gardiyanan hatine. Malbatên girtiyan ragihand ku girtî ji gelek deverên xwe birîndar bûne û piştî êrîşê gardiyan ji girtiyan re gotiye ku dê 'sibê dîsa bên'.   EM Ê SIBÊ DÎSA BÊN!   Yek ji girtiyên ku ji ber jimartina li ser pêya red kiriye û ji hêla gardiyanan ve hatiye derbkirin Yavûz Akar (36) e. Dayika Akar Keje Akar diyar kir ku di 8'ê Tebaxê jimartina li ser pêya li girtiyên ku kogûşa kurê lê ye hatiye ferzkirin û girtiyên ku vê yekê red kirine, bi deqeyan ji hêla gardiyanan ve hatine derbkirin. Dayika Akar da zanîn ku ji ber vê derbkirinê milên kurê wê mor bûne û wiha got: "Êrîş piştî cejnê jî domiyaye. Di êrîşa ku duh pêk hatiye gardiyanan kurê min û hevalên wî yên kogûşê derb kiriye û piştî êrîşê gefa ku dê sibê dîsa bên li wan xwarine."   'DI BIN ÎŞKENCEYÊ DE NE'   Di berdewamê de dayika Akar xwest ku rdemildest heyetek biçe girtîgehê û pêşiyê li êrîşan bigire û wiha pê de çû: "Di hevdîtina dawîn de xwest ku tiştên hatine serê wan ji derve re ragihînim. Xwest ku raya giştî ji bo tiştên tên serê wan hestiyar be. Di bin îşkenceyê de ne. Serê sibehan bi yek rêzî jimartina li ser pêya li wan tê ferzkirin. Gardiyana ew û hemû hevalên wî derb kiriye. Di bin zilmeke mezin de ne."    NEXWEŞÊ ATIYÊ NABIN NEXWEŞXANEYÊ   Dayik Akar destnîşan kir ku nexweşiya atiyê bi kurê wê re heye û dem deman pê dikeve û axaftina wiha domand: "Kurê min bang li raya giştî kir û xwest ku li wan xwedî derkeve. Heke tiştek bê serê kurê min ez ê hesabê vê yekê bipirsim. Jixwe 5 salên li cihê vala girtî ye, ev jî ne bes e niha jî derb dikin. Berê paceke wan a biçûk hebû, niha ser vê jî girtine. Piştî çalakiya greva birçîbûnê gelek nexweşî li kurê min peyda bûne. Hin diran û hûrê wî dêşê û li gel vê yekê jî wî nabin nexweşxaneyê."   Akar herî dawî ev tişt anî ziman: "Ez dayik im, êdî dilê min ranake. Dixwazim ku hemû girtîgehê bên valakirin. Êdî bila aştî çêbibe. Kezaba min dişewite. Bavê wî ji derdê wî qeyrana dil derbas kir. Kurê min zewicandî ye 4 zarok in wî hene. Malbata wî perîşan bûye. Bila ev zilm bi dawî bibe."    Rêveberiya girtîgehê ku me hewl da têkildarî mijarê xwe bi telefonê bigihînê, bersiva telefonên me neda.