Koramaz: 'Aştiya Îmarê' mînaka dersnegirtina ji erdhejê ye 2019-08-16 09:08:52 STENBOL - Serokê TMMOB'ê Emîn Koramaza diyar kir ku ji Erdheja 17'ê Tebaxê ya Marmarayê ders nehatiye girtin û ev tişt got: "Mînaka herî girîng a vê yekê qanûna 'Aştiya Îmarê' ya ku sala borî ji aliyê desthilatê ve hat derxistine."  Bi ser Erdheja 17'ê Tebaxa 1999'an a Marmarayê ku bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest da re 20 sal derbas bû. Li gorî hejmarên fermî di vê erdheja ku ber destê sibehê bi pîleya 7.5'an pêk hat de 17 hezar û 480 kesî jiyana xwe ji dest dane, 23 hezar û 78 kes birîndar bûne û 505 kes jî asteng mane. Ne li gorî hejmarên fermî jî tê gotin ku 50 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye û 100 hezar kes jî birîndar bûne. Pispor diyar dikin ku ji vê erdhejê ders nehatiye girtin û di erdhejeke muhtemel de dê heman bobelat careke din bê dubarekirin.    'DERSA PÊWÎST NEHATIYE GIRTIN'   Serokê Lîjneya Rêveber a Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) Emîn Koramaz diyar kir ku erdhej bûye sedema xesareke mezin a maddî û hilweşandineke ku bi hezaran kes ji ber ê jiyana xwe ji dest daye û wiha got: "Li gel vê yekê jî em dibînin ku ji Erdheja Marmarayê ders nehatiye derxistin. Desthilata wê demê ragihandibû ku dê bergiriyan bigire. Lê ne desthilata wê demê û ne jî desthilata niha tu bergiriyê negirtine. Têkildarî erdhejê gelek planên stratejîk hatin amadekirin û gelek axaftin hatin kirin lê bi tu awayî tişta ji bo vê yekê pêwîst nehat kirin. Berovajiyê vê yekê li deverên ku erdhej lê pêk tên û herêmên erdhejê Navendên Dan û Standinê hatin çêkirin û cihên ku bi armanca turîzmê tên bikaranîn, hatin vekirin."   'AŞTIYA ÎMARÊ MÎNAK E'   Koramaz destnîşan kir ku nîşaneya ku ders ji erdhejê nehatiye derxistin, amadekirina qanûna 'Aştiya Îmarê' ya ku sala borî ji aliyê desthilatê ve hat derxistine û wiha pê de çû: "'Aştiya Îmarê' bi awayekî fermî xeflet e. Nayê zanîn ku bînayên salên borî hatine çêkirin, li gorî teknîkê hatine çêkirin an na, xizmeta endezyariyê girtine yan na û heta nayê zanîn ku projeyeke wan heye yan na. Pergala venerînê bi temamî ji holê hatiye rakirin. Li Tirkiyeyê destûra rûniştina nêzî 900 hezar bînayan û li Stenbolê jî destûra rûniştina bi sed hezaran bînayan hat dayîn. Bi vê projeyê re ewlehiya mal û canê mirovan, rast e rast ketiye talûkeyê. Ji ber vê yekê em projeyên bi vî rengî ji bo bajarên li Herêma Marmarayê wek gef dibînin. Ev pêkanîn nîşan dide ku desthilata siyasî bi mêjiyê bazarganiyê nêzî her mijarê dibe û ewlehiya gel di plana duyemîn de digire."   'DIVÊ BÊYÎ KU DERENG BIMÎNE BÊ KIRIN'   Koramaz ji bo mijara kêmkirina bandora erdhejeke muhtemel jî ev pêşniyar kirin: "Destpêkê divê venerînin avahiyan bi awayekî rast bên kirin. Di salên dawîn de venerîna avahiyan dane şîrketên taybet. Derbasdarîbûna vê yekê tuneye û rîskên mezin di nav xwe de dihewîne. Di vê mijarê de rayeyên odeyên berpirsyar hatine kêmkirin. Divê destpêkê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Her wiha li dijî erdhejeke muhtemel, venêrîna bînayan bêyî ku dereng bimîne, divê bê kirin. Divê nêrînin odeyên pîşeyî li ber çav bê girtin û tevlî pêvajoyê bên kirin. Ji neçarî divê çarçoveya 'Qanûna Venêrîna Avahiyan' bê firehkirin."   MA / Bariş Ceyhan