Xwendekarên YTU li dijî 'Baxçeyê Mîllet' in 2019-08-16 09:07:31 STENBOL - Xwendekarên YTU yên Kampusa Davutpaşa, wê li dijî îhaleya "Baxçeyê Millet" di 19'ê Tebaxê de bertekên xwe bînin ziman û bixwazin îhaleya 5'ê Îlonê betal bikin.  Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan di mîtîngên hilbijartina herêmî û hilbijartina giştî de her dem qala "Baxçeyên Millet kir" û propaganda xwe kir. Li ser daxwaza Erdogan niha dixwazin li Kampusa Davutpaya ya Zanîngeha Teknîkê ya Yildizê (YTU) Baxçeyê Millet ava bikin. Wê “Baxçeyê Millet" di 5'ê Îlonê de derxin îhaleyê. Xwendekarên Zanîngehê di Parka Abbasaga forumek çêkirin û diyar kirin ku li dijî Baxçeyê Millet in. Xwendekaran diyar kirin ku wê li dijî Baxçeyê Millet têbikoşin û destûr nadin ku îhale pêk bê. Xwendekarên zanîngehê wê di 19'ê Tebaxê de li pêş Rektoriyê kom bibin û bertekên xwe yên li dijî proje û îhaleyê bînin ziman.    Xwendekarê Zanîngeha Teknîkê ya Yildizê Nisa Ozkan, diyar kirin ku ew Baxçeyê Millet naxwazin û wê li dijî vê yekê di 19'ê Tebaxe de li pêş Rektoriyê kom bibin û bertekên xwe bînin ziman. Nîsa Ozkan, anîn ziman ku wan li dijî Baxçeyê Millet kampanya îmzeyan daye destpêkirin û wiha got: "Li gel ku em Baxçeyê Millet naxwazin jî wê dîsa di 5'ê Îlonê de Baxçe derxin îhaleyê. Em dibêjni "Zanîngeha Yildiz ya me ye. "Me di 4'ê Tebaxê de li Parka Abbasaga ya Bêşiktaşê forum çêkir. Em rêxistin û piştevaniya xwe xurt dikin. Em bûn yek deng û li dijî vê projeyê me dengê xwe bilind kir. Me di forumê de li ser Baxçeyê Millet û pirsgirêkên din ên li Zanîngeha Yildizê niqaş kirin. Em Bexçeyê Millet naxwazin.  Divê zanîngeh û gel bibin yek û di nava hevde bin.  Çareserî ne Baxçeyê Millet in. Çareserî divê zanîhgeh bibin cihê zanistiyê û di nava gel de bin. Em naxwazin zanîngeha me bibe cihê rant û talanê. Em naxwazin der û dorê me bi betonê bê pêçan. Em şîngahiya zanîngehê diparêzin."   EM Ê DI 19'Ê TEBAXÊ DE BIBIN YEK'   Ozkan, destnîşan kir ku çawa li zanîngehê xwedî derdikevin wê li Çiyayê Kaz û Gola Salda jî xwedî derkevin û wiha bi dawî kir: "Em li dijî projeyên ku xwezayê talan bikin. Em ê di 19'ê Tebaxê de li pêş Rektoriyê kom bibin û emê nerazîbûn û bertekên xwe bînin ziman. Em naxwazin Baxçeyê Millet bidin îhaleyê û em baxçe li dibistana xwe naxwazin."