ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2019'AN 2019-08-16 09:00:24 * Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş, bal kişand ser pêşniyara Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a “Rêya sêyiemîn" û wiha got: “Rêya herî bingehîn ewe ku em rêya Tirkiye û rêya Têkoşîna Azadiya Kurd bikin yek. Ya girîng dayîna têkoşîna aştiyek bi wate ye."  * Li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê girtî Bawer Eye bi rêya malbatê diyar kir ku ji ber di hucreyê de li ser piyan jimartin qebûl nekiriye, rastî îşkenceyê hatiye. Malbata Eye jî diyar kir ku ji ber di hevdîtinê de bi kurê xwe re bi Kurdî axivîne, gardiyanan destûr nedane wêne bikişînin.   * Xwendekarên YTU yên Kampusa Davutpaşa, wê li dijî îhaleya "Baxçeyê Millet" di 19'ê Tebaxê de bertekên xwe bînin ziman û bixwazin îhaleya 5'ê Îlonê betal bikin.    * Gelê herêmê yên di Nobeta Av û Wîcdan de ne, diyar kirin ku bi salan e, ji ber talankirinê her der kirine çol û bang li Serokomar Erdogan kirin: “Werin bi çavê xwe bibînin. Em naxwazin jahrîni bibin."    * Serokê TMMOB'ê Emîn Koramaza diyar kir ku ji Erdheja 17'ê Tebaxê ya Marmarayê ders nehatiye girtin û ev tişt got: "Mînaka herî girîng a vê yekê qanûna 'Aştiya Îmarê' ya ku sala borî ji aliyê desthilatê ve hat derxistine."    * Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Havva Kiran xwest ku berisva banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê dayîn û ev bang kir: "Bila hevdîtin dest pê bikin. Ev şer û xwîn bi dawî bibe."     * Hat angaştkirin ku gardiyanên Girtîgeha Jimara 2'an a Tîpa T a Osmaniyeyê, bi hinceta ku jimartina li ser pêya red kirine, girtiyan derp kirine. Girtiyên ku ji cihên xwe yên cûda hatin birindarkirin, ragihandin ku gardiyanan gefa ku dê 'sibê dîsa bên' li wan xwariye.    * Di doza Muslum Îlhan (8) ku di 7'ê Gulana 2016'an de li navçeya Hezex a Şirnexê cîsmê ku dîtibû di destê wî de teqiyabû û jiyana xwe ji dest dabû de, dadgehê li gorî prensîba rîsqa civakî Wezareta Karên Hundir mehkûmê dayîna tazmînatê kir.   * Baroya Amedê bi boneya bîranîna Seroke Baroye yê berê Tahîr Elçî û kujerên wî bên dîtin û darizandin wê li pêş Edliyeya Amedê bernameya "Kurdiya Mafên Mirovan a Tahîr Çelî" di hefteya 189'an de berdewam bike. (13.30)   * Sendîsayên KESK'ê bi armanca daxwaza xwe ya TÎS'ê bînin ziman wê li pêş Navenda Krîn û Firotinê (AMV) ya Cevahîr a Mecîdiyekoy daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (18.00)