Rektoriyê derbarê biryara girtina Enstîtuya Zimanên Dijîn de daxuyanî da 2019-08-15 16:51:41 MÊRDÎN - Rektoriyê li ser nûçeyên biryara girtinê ya Enstîtuya Zimanê Dijîn a Senatoya Zanîngeha Artûklû daxuyanî da û diyar kir ku biryarek wiha tuneye.  Senatoya Zanîngaha Artûklû ya Mêrdînê, di sala 2009'an de, di çarçoveya "Pakêta Demokratîkbûyînê" de biryara vekirina Enstîtuya Zimanên Dijîn da bû. Senatoyê biryara da ku enstîtuyê bigire. Enstîtu bi armanca perwerdeya zimanê Kurdî bide hatibû vekirin û dûre perwerdeya zimanên Suryanî û Erebî jî di enstîtuyê de hatin dayîn. Senatoyê derbarê girtina enstîtuyê de, li hemberî 7 dengên red, bi 12 dengên erênî biryara girtinê da. Piştî nûçeyên biryara girtina Enstîtuyê hatin serwîskirin Rektor Ahmet Agirakça daxuyanî da û got ku enstîtu nehatiye girtin.     REKTORİYÊ: BIRYARA GIRTINÊ NE MIJARA GOTINÊ YE    Agirakça di parvekirina xwe de, karhênerên medya civakî kir hedef û wiha got: "Nûçeyên hatin dayîn dûrî rastiyane. YOK tenê  dixwaze, hemû enstîtûyan dibin banekê de kom bike û biryara vê yekê daye. Girtina enstîtuyê ne mijara gotinê ye."