Li Girtîgeha Xerpetê li dijî îşkenceyê çalakiya rojiya mirinê 2019-08-15 11:29:32 AMED -  Dayika girtî Mehmet Adsîz ê li Girtîgha Jimara 1 a Xerpetê, li dijî mûameleya xerab û pêkanînên îşkenceyê 18 rojin di çalakiya rojiya mirinê deye Radda Adsîz, xwest ku îşkenceya li zarokên wan tên kirin bi dawî bibe û banga hestiyariyê li partiyê siyasî û ÎHD’ê kir.  Girtî Mehmet Adsiz ê  li Girtîgeha Jimara 1 a Xerpetê di odeya yek kesî de tê girtin, di hevdîtina telefonê ya bi malbata re xwe re ragihand ku li dijî îşkence û mûameleya xirab ên girdiyenên girtîgehê ji 29’ê Tîrmeha 2019’an ve di rojiya mirinê deye. Dayika Adsiz Radda Adsiz derbarê hevdîtina bi kurê xwe re kir de wiha got: “Kurê min dest pê kê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê bû, dûre şandin Girtîgeha Kurkçuler a Edenê, ji wir  jî birin girtîgehên Tîpa T a Osmaye û Tîpa C a Bûrhaniye ya Balikesîrê. Li van girtîgehan jî, rastî heman pêkanînan dihat. Bi demê ev rewş veguherî îşkencê.”    ‘PERDA GUHÊ WÎ TEQIYA’   Dayik Adsiz, anî ziman ku piştî qedexeya hevdîtina 4 mehan, di hevdîtina Cejna Qûrbanê de li Girtîgeha Xerpetê hev dîtin û wiha got: “Hefteya derbasbûyî me hevdîtina bi telefonê kir. Kurê min ji min re got di odeya yek kesî de tê girtin. Gardiyenan di odeya lê dimîne de dest û lingên wî girê dane, bi  dar û pehînan li wî xistine. Ji ber perda guhê wî teqandine. Kurê ji ber îşkenceya lê hatî kirin, krîzê derbas dike û zendên xwe dibire. Dîsa li revîrê, li ber bijîjkan derp kirine.”   ‘ÎŞKENCEYA BI PERGALÎ’   Dayik Adsiz, da zanîn ku her roj kurê wê rastî îşkenceyê tê û wiha bilêv kir: “Kurê min got her roj rastî îşkencê tê. Wî tazî dikin û wisan îşkencê lê dikin. Ji wî re dibêjin ‘Dibin ala Tirkan de kes nikare tiştekê bi me bike. Em ewletin.’ Bi van gotinan îşkencê li kurê min dikin.”    DI ÇALAKIYA ROJIYA MIRINÊ DEYE   Dayik Adsiz, da zanîn ku kurê wê li dijî îşkenceya lê hat kirin, di 29’ê Tîrmehê de dest bi çalakiya rojiya mirinê kiriye û wiha rêz kir. “Kurê min ji wê rojê ve di çalakiya rojiya mirinê deye. Bila dest ji îşkenceya zarokên me dikin û vê zilmê berdin. Em dibihîsin ku li Girtîgeha Xerpetê îşkence li girtiyan tê kirin. Divê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û partiyên siyasî ji bo vê li çareseriyêkê bigerin.”    Derbarê mijarê de me li Girtîgeha Jimara 1 a Xerpetê geriya, lê gotin: “Ger tiştek wiha çêbibe jî, em nikarin agahî parve bikin. Dema ku bûyerek wiha rû bide,  ji xwe memûrên dewletê pê re eleqedar dibin û tedbîrên pêwîst digirin. Dewlet pê re eleqedar dibe. Malbata wî di vê mijarê de dikare di hevdîtina telefonê de agahî jê bigire.”