Bersîva wezaretê ya îstîsmara zayendî: Dibistan ne girêdayî MEB'ê ne 2019-08-15 09:09:32   ENQERE - Li Dibistana Sereke ya Ragip Tuzun a girêdayî Şaredariya Taxa Nû ya Enqereyê zarokê bi navê A.A. rastî îstîsmarê hat. Malbatê têkildarî mijarê serledana sûc kir. Dozgeriyê pêdivî bi lêpirsînê nedît. Malbatê serî li xeta 183'an dan. Lê rayedarên xetê gotin "Dibistan ne girêdayî MEB'ê ye".  Li Dibistana Sereke ya Ragip Tuzun a girêdayî Şaredariya Taxa Nû ya Enqereyê ku wekî krêşê perwerde dide zarokan, zarokê bi navê A.A. di 22'ê Nîsana 2018'an de rastî îstîsmarê hat. Li Kreşa Ragip Tuzun û Mala Venêrtinê ya Gunduz ku girêdayî dibistanên serete ye, piştî A.A. rastî îstîsmara zayendî hat malbat ketin şopa dozê. A.A. ji aliyê T. O. ve rastî tacizê hat. Piştî A.A. çû malbatê û serpêhatiyên xwe parve kirin, malbatê têkildarî mijarê serî li serdozgeriyê da. Lê serdozgeriyê têkildarî mijarê pêdivî bi lêpirsînê nedît. Malbat piştre di îlonê de li xeta Elo Piştngiriya Civakî ya Hêjmar 183’an geriyan. Piştre li Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî gilî kir. Wezaretê piştî lêkolîn kir, di 15'ê Cotmehê de bersîv da û diyar kir ku Kreşa der barê wê de gilî kirine di qeydên wezareta me de tune ye û girêdayî Şaredariya Taxa Nû ye. Malbat piştî li MEB'ê geriyan, vê carê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) jî heman bersîv da. Malbatê herî dawî serî li Wezareta Karên Hundir da. Lê tu bersîv bi dest nexistin.    Li gorî îfadeya şahidê bûyerê bersûc T.O. hêj di bin baneyê Şaredariya Taxa Nû de li Dibistana Sereke ya Adile Naşit kar dike. Li ser giliyê malbatê dîsa T.O. ji wir hat girtin û vê carî li Muzeya Zarokan a Nirxên Gerdûnî kar dike.  Hîndekarê Drama  yê dibistanê û di heman demê de şahidê bûyerê Bedisa Eloglu diyar kir ku ji ber şahidî kiriye rastî tundiya rêveberiya dibistanê ve rastî tundiyê hat. Eroglu, anî ziman ku ji ber tundiya zêde neçar ma ku dest ji dibistanê berda.    MA / Zemo Aggoz