‘Nobeta Av û Wîjdan, rexnedayîna li dijî xwezayê ye' 2019-08-15 09:08:51 BALIKESîR - Xwezaparêzên ku 21 rojin li dijî talankirina Çiyayê Kazê di Nobeta Av û Wîcdan dene, diyar kirin ku têkoşîna li Çiyayê Kazê tê dayîn, rexnedayîna li dijî xwezayê ye. Xwezaparêzan, anîn ziman ku destkeftiya wan a li vir wê heviyê bide parastina xwezayên din û li dijî komkujiyan bibe asteng."   Çalakiyên xwezaparêz û ekolojîstan ên li dijî talankirina Çiyayê Kazê 21 roj li pey xwe hişt. Ekolojîst û xwezaparêz, li dijî şîrketa Alamos Gold a Kanadayî ku dixwaze li herêmê Zêrê bi Siyanur derxe, Nobeta Av û Wîcdan digirin, armanc dikin ku bi vê çalakiyê rê li pêş talankirinên xwezayê bigirin. Ekolojîst û xwezaparêzan li kontarên Çiyayê Kaz Nobeta Av û Wîcdan digirin û diyar kirin ku heta encam bistînin wê têkoşîna xwe berdewam bikin. Nobetaran armanca têkoşîna xwe ji Ajansa Mezopotamya re vegotin.    JI BATÛMÊ HATIYE: HEKE ASTENG NEKIN...   Mehmet Emîn diyar kir ku li bajarê Batûmê yê Gurcistanê talana Çiyayê Kazê bihîstiye û ji wir berê xwe daye Tirkiyeyê û wiha got: "Piştî 6 rojan gihîştim qada nobetê. Ji bo min welatê û neteweya darê tuneye. Min ji xwe re got divê ez teqez li Çiyayê Kazê têbikoşim û hatin tevlî nobetê bûm. Çiyayên Kazê cergê me ye. Birîna darên vir tê wateya birîna cerga me. Min nexwest li dijî vê yekê bêdeng bimînim. Qanûneke şaş heye. Ev qanûna dibe sedema talana xwezayê. Heke ev têkoşîn bi ser keve dê ev qanûn paş ve bê kişandin. Heke em bi ser nekevin dê xweza hê bêtir bê talankirin. Ez naxwazim vê yekê bifikirin."    GREENPEACE: EM PIŞTGIRÎ DIDIN TÊKOŞÎNA XWECIHÎ   Aktîvîsta Greenpeaceyê Tûgçe Dûydû diyar kir ku li ser Greenpeaceyê tevlî nobetê bûye û ev tişt anî ziman: "Greenpeace li her dera Cihanê li dijî sûcên hawirdorê kampanyayan dimeşîne. Sedema me ya hatina vir, gefên li dijî jiyana gelên xwecihî yên Çiyayê Kazê û bandora neyînî ya bêdaristankirina ya li ser avhewayê ye. Tişta li Çiyayê Kazê tê kirin sûcê xwezayê ye. Em piştgirî didin berxwedana xwecihî. Ji hejmara ku tê gotin zêdetir dar hatine birîn. Me têkildarî vê yekê çend pirs ji Wezareta Çandiniyê kiriye, lê hê bersiva xwe negirtiye."    'DÊ HÊVÎ BİDE DEVERÊN DIN'   Baran Dogan ku jimroja destpêkê ve li Çiyayê Kazê ye jî ev tişt got: "Têkoşîna ku li Çiyayê Kazê tê dayîn têkoşîneke dirêj e. Beriya 3 salan tevlî vê tekoşînê bûm. Em nîşan didin ku ev tekoşîna dikare li herê derê bê nîşandan. Em Heskîf, Cerattepe û ODTU'yê jî tevlî vê dikin. Em daxwaz dikin ku li her dera Cihanê mirov li dijî pergala kedxwariyê derkevin û tekoşîn bidin. Destkeftiya ku em li vir bi dest bixin dê hêvî bide talanên xwezayê yên deverên din. Tekoşîna li vir ne tenê tekoşîna Çiyayê Kazê ye. Ez bawer dikim ku heke em pirsgirêkê hevpar bigirin dest dê bi ser kevin. Ev jî bi awayekî vekirî xwerexnekirina neastengkirina talanên xwezayî yên deverên din e. Rêxistinbûna herêmî me bi pêş ve nabe."   'JI HEFT SALIYA XWE VE TEKOŞÎN DIKIM'   Rozerîn Urper ku roja 16'an tevlî nobetê bû jî da zanîn ku di heft saliya xwe de dest bi tekoşînê kiriye û wiha axivî: "Di heft saliya xwe ji ber ku dara li ber derê me birî, min ber avêt kemçeyê. Zarokatiyeke bi rengî derbas kir. Beriya 2 mehan li Heskîfê bûm. Ji bo ku li pêşiya talana li wir bê girtin jî hin tişt tên kirin. Lê mixabin tekoşîna li wir tê dayîn ji aliyê çapameniya alîgir ve tê berovajîkirin. Em bi biryarên ku heta tiştekî bi dest nexin terka vir nekin. Heke em tekoşîna li Çiyayê Kazê mezin bikin dê feydê bidin Heskîf, Mûnzûr û ODTU'yê jî."   'JI BO MIROVAHIYÊ DIVÊ EM XWEZAYA XWE BIPARÊZIN'   Oznur Kara jî ku ji 11 saliya xwe ve dixwaze ji bo xwezayê hin tiştan bike jî ev tişt anî ziman: "Qirkirina li Çiyayê Kazê me ji nûçeyan bihîst. Qirkirin li kur dibe bila bibe ji bo min qirkirin e. Ji roja ku em hatine Çiyayê Kazê tiştekî ku em balê dikişînin ser heye. Em talana li Heskîf û Mûnzûrê jî bi heman rengî hîs dikin. Ez keseke ku teqez sînoran nas nakim. Talana li vir tenê mirovên di nav sînorên Tirkiyeyê de eleqedar nake. Ji ber ku pirsgirêkeke ku hemû Cîhanê eleqedar dike, li vir têkoşîn didim. Heke em bixwazin ji bo mirovahî û rûyê erdê tiştekî bikin, divê pêşîn em xwezaya xwe biparêzin û xwedî li mafê xwe yê jiyanê derin. Lewre zîndewarekî ku nikaribe bêhn bide û bistîne qabîliyeta wî ya çalakiyê tuneye. Heke em bêhn negerin nikarin tiştekî bikin."    MA / Zemo Aggoz – Esra Solîn Dal