Nobeta Av û Wîcdan di roja 20'an de yeLi dijî talankirina şîrketê Alamosê tov reşandin 2019-08-14 17:41:14     BALIKESÎR-  Nobeta Av û Wîcdan a li dijî talankirin û wêrankirina Çiyayê Kazê di roja 20'an de berdewam dike. Nobedaran li dijî talankirina daristanê tov reşandin.    Nobeta Av û Wîcdan a li dijî talankirin û wêrankirina Şîrketa Alamos Gold a li Çiyayê Kaz a Çanakkale li zêr digere di roja 20'an de berdewam  dike. Beşdarên nobedê di roja 20'an de li qadê ku dar lê hatine birîn topên tov belav kirin. Topên tav û amade kiribûn, li herêma Balabanê li qadên ku dar lê hatibûn birîn belav kirin. Girsê piştî topên tav belav kirin ber bi qada ku hatiye talankirin ve meşiyan. Girsê di meşê de pankarta "Heskif, Mûnzûr, ODTU, Salda, Cerattepe, Fatsa, Alakir, Daristanên Bakur, Çiyayên Kaz dest bidin dest." "Çiyayê Kaz yê me hemûyan e", "Bêdeng nemîne nebe şirîkê sûc" vekirin û dest bi meşê kirin. Dîsa di meşê de dirûşmeyên "Şîrketa bi sîyanur Kirazlî terk bike", "Dest nede hewa av û axa me" û "Wê roj bê dewir biguhere û AKP wê hesab bide gel"   Piştî meşê endamên Partiya Avakirina Ji Nûve ya Sosyalîst (SYKP) hat qadê û kesên di nobetê de ziyaret kir û piştgirî da wan. Li qada Nobetê Hevserokê Giştî yê SYKP'ê Cavît Ugur, anî ziman ku li vir çend dar hatiye çêkirin ew nizanin. Lê ya dizanin ekosistema bi sedan salan hatiye avakirin tev wêran dibe û carek din xwe ava nake. Ger ku em bi hevre tev negerin û tênekoşin, em nikarin rê li pêş talankirina xwezayê bigirin. Divê em bi hevre têbikoşin."    MA / Zemo Aggöz- Esra Solîn Dal