Maşîne bi ser karkeran de ket: Karkerek mir 2019-08-14 17:24:05   STENBOL - Li Balafirgeha Stenbolê maşîne bi ser karkeran de ket. Di qezayê de karkerek mir û karkerek jî bi giranî birîndar bû.    Li Balafirgeha Stenbolê, maşîna aydî TGS'ê ya  xizmeta Rêyên Hewayî ya Tirk (THY) li kargeriya nerîn û kontrolê bi ser karkeran de ket xwar. Di encama qezayê de karkerekî jiyana xwe ji dest da û karkerek jî bi giranî birîndar bû.Karkerê birîndar Mumin Ozgul bi giranî rakirin nexweşxaneyê. Ambulansa li balafirgehê 25 dakîqa dereng hat cihê bûyerê. Karkeran û welatiyan bertek nîşanî ambulansê dan.