Her ku Bendava Ilısu avê kom dike talûke mezin dibe 2019-08-14 15:02:23   ÊLIH - Bendava Ilisû ya ku dîrok û çanda Heskifê di bin avê de bihêle, piştî di 23'ê Tîrmehê de av kom kir,  av bilind bû û gihişt Gundê Kelekçi. Her ku av bilind dibe gundên derdorê dikevin talûkeyê.      Bendava Ilisû ku warê dîrokî û çandi yê 12 hezar salan di bin avê de bihêle, piştî pêşiya avê hat girtin û şûnde av dibe gel. Piştî di 23'ê Tîrmehê de rêya avê girtin û av kirin gol, qama avê her ku diçe bilind dibe. Her ku av bilind dibe li der û dorê belav dibe û rêyên gundan û gundan dixe nava xwe. Gelek rêyên gundên Sêrtê ji niha de di bin avê de man. Herî dawî ji ber av bilind dibe Gundê Kelekçî jî ket nava sînorê avê. Gundî ji niha de di bin talûkeyê de ne.