Îhale ji şaredariyê stend, xizmeta MÎT'ê kir 2019-08-14 13:39:39 QERS - Li Qersê dema şaredarî di destê MHP’ê de bû, şîrketa ku bi 2 mîlyon û 280 hezar û 275 TL îhaleya rê stend, li şûna xizmeta rê bide şaredariyê, xizmeta rê, boyax û înyatê da MÎT û eskeriyê. Hevşaredar Ayhan Bîlgen, diyar kir ku gelek rêyên îhaleyên wan hatine girtin, nehatine çêkirin û li  dervê armancê kar kiriye.  Li Bajarê Qersê şîrket û fîrmaya ku di serdema Şaredariya MHP'ê de îhaleya rê stend, li şûna rêya bajar çêke, pereyê îhaleyê li rê, boyax û înşaeta MÎT û eskeriyê qerç kiriye. Fîrmaya ku bi 2 mîlyon û 280 hezar û 275 TL îhale girt, li şûna xizmeta xaredariyê bike, xizmeta rê, boyax û înyaetê ya Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî (MİT) û eskeriyê kir. Di encama rapora teftîşê ya Şaredariya Qesrê de derket holê ku fîrmayê îhale ji şaredariyê girtiye, lê xismetên saziyên din kirine.    Têkildarî mijarê Şaredarê Qersê Ayhan Bilgen, anî ziman ku ji bo xebatên berê gelek şîkayet li CÎMER'ê û li wan hatine kirin û wiha got: “Piştî îxbarên zêde me komîsyona venêrtina hundir ava kir. Me dît gelek rêyên ku îhaleyên wan hatine girtin nehatine çêkirin. Me dît ku şaredarî bûye deyndarê fîrmayan, lê xizmet nehatiye kirin. Me fîrmayê re hevdîtin kir. Qebûl kirin ku rê çênekirine. Lê mikur hatin ku xizmeta MÎT û eskeriyê kirine. Têkildarî mijarê me serî li darazê da. Niha dixwazin ser sûc bigirin. Xwediyê fîrmayê li ser medya civakî gotina "Me ji xaredariyê re kar kir, lê heqê me made" û kampanya reşkirinê meşandin. Lê me di vî karî de nelirêtî dît. Xwediyê fîrmayê bi navê MİT û Eskeriyê dixwaze ser vê nelirêtiya xwe bigire. Dibe ku xwediyê fîrmayê xizmet ji MÎT û eskeriyê re jî nekirbe. Divê teqez ev rastî derkeve holê. Gelek rêyên îhaleyên wan hatine girtin, nehatine çêkirin û li  dervê armancê kar kiriye. "