Nameyên ji girtîgehan hatin wekî ‘endamtiya rêxistinê' hesibandin 2019-08-14 11:20:16   AMED -  Polîsan di 9'ê tebaxê de li navçeya Rezan a Amedê bi ser mala Rabia Akgul a 4 meh ducanî û hevjînê wê Mehmet Emin Akgul de girtin û tevî mêvana wan ew binçav kirin. Piştî 5 rojan di bin çavan de man hatin girtin. Dadgehê nameyên ku birayê Rabia Akgul Civan Boltan ji girtîgehê şandibûn wekî "Endamtiya rêxistinê" hesibandin.    Polîsan di serê sibeha 9'ê tebaxê de li navçeya Rezan a Amedê bi ser malbata Mehmet Emin Akgun û hevjîna wî ya 4 meh ducanî de girtibûn. Li gel Mehmet Emîn Akgun û Rabia Akgun mêvana wan Hayriye Neslihan Gozlugol jî binçav kirin û piştî lepirsîna 5 rojan 3 kes girtin û şandin girtîgehê. Rabîa Akgun Mehmet Emîn Akgun û mêvana wan Nezlîhan Gozlugol, piştî sewqî 1'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Amedê kirin, heyeta dadgehê bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" û "Alîkarî daye rêxistinê" biryara girtinê da û ew şandin girtîgeha Amedê.      Heyetê der barê dosyayê de biryara veşartinê da û 3 kes bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" tawanbar kir. Dozger îdîa kir ku der barê Gozlugol de E.İ., R.B. û Z.A. û kesê bi kodê WADX21AK li ser wan îfade dane."    Dozger li gel îdîayên îxbarê der barê Mehmet Emin Akgun û Rabîa Akgun de nameyên ku Civan Boltan ji girtîgeha Bolu ji xwişka xwe Raîba Akgun re şandine û polîsan di lêgerîna malê de desteser kirin wekî delîlê "endamtiya rêxistinê" nîşan dan. Li ser vê îdîaya dozger heyeta dadgehê jî Mehmet Emin û Rabîa Akgul jî bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" û "Alîkarî daye rexistinê" biryara gritinê da û şandin girtîgehê.