Sancar: Ji bo Komara Demokratîk pêdivî bi qanûna bingehîn a aştiyê heye 2019-08-14 09:56:37 AMED - Wekîlê HDP’ê Mîthat Sancar, diyar kir ku ji bo rewatiya tifaqa AKP-MHP di civakê de bê nîqaşkirin û di lêpirsînê re bê derbas kirin, wan dest bi hemleya demokratîk û “Qanûna bingehîn a Demokratîk” kirin û got: “Ji bo Komara Demokratîk pêdivî bi qanûna bingehîn a aştiyê heye. Ji bo aştiyê jî pêdivî bi qanûna bingehîn a demokratîk heye.” Xebatên “Qanûna Bingehîn a Demokratîk” a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveyê “Rêya Sêyemîn” de, li dijî bendbendiya di siyaseta Tirkiyeyê de mezin dibe, da bû dest pê kirin, berdewam dike. HDP’ê di vê çarçoveyê de, di civîna MYK’ê de biryarên girîng girtibû. Serokwekîlê Meclîsê yê HDP’Ê Mîthat Sancar ê di ekîba pêşxistina biryaran de cih digire, derbarê xebatên bi rêve dibin û pêngavên şênber ên di demên pêş bavêjin de, nirxandin kirin.    ‘EMÊ DEST BI HEMLEYEK NÛ YA DEMOKRASIYÊ BIKIN’   Sancar, diyar kir ku rabirdûyeke dîroka “Maakeqanûna Demokrasiyê” heye û wiha axivî: “Di encama nîqaşên mezin de, stratejiya ‘Rêya Sêyîm’ a HDP’ê derket holê. Rejîma yek zilamî piştî referandû, di hemû hilbijartinên hatin kirin de pir hindik ma bû ku winda bike. Di hilbijartina Serokkomariyê de jî, ligel hemû şert û mercên xerab, nêzîkatiyên dij demokratîk, zext û zilma heyî jî, dîsa bi ferqek pir kêm qezenc kir. Êdî gel vê pergalê naxwaze. Ev rastî di hilbijartina Stenbolê ya 23’yê Hezîranê de derket holê. Rêjim bi rêve naçe. Ev rejim rejîma yek zilamiye. Li ser tifaqa AKP û MHP’ê hatiye avakirin. Ev rejim hem desthilatdare û hem jî dij demokrasiyê ye. Amûra wê ya bingehîn jî şere. Êdî tu rewabûna van her duyan jî di civakê de enmaye. Ji bo di lêpirsînê re bê derbaskirin, pêdivî bi makeqanûna demokratîk heye. Em jî dest bi vê hemleyê kiriye.”   ‘DIBE KU DI CIVATEK GIŞTÎ DE BÊ AVAKIRIN’   Sancar, da zanîn ku wan ji bo makeqanûna nû pêşnûmeyek amade kirine û wiha got: “Ji bo Komara demokratîk pêdiviya me bi makeqanûna aştiyê heye. Ji bo aştiyê jî pêdiviya me bi makeqanûna demokratîk heye. Makeqanûna demokratik encex di civatekek giştî de bê avakirin. Ji ber vê pêdivî bi muzakereyek civakî, komara demokratîk, aştiyeke mayîn de û zemînê nîqaşa makeqanûnê avakirine.”   Sancar, da zanîn ku piştî Cejna Qûrbanê ewê lez bidin xebatên xwe û got: “Koma me ya parlamentoyê û nûnerên me wê ji bo vê xebatê bangî partiyên siyasî bikin. Dûre emê bi partiyên siyasî re hevdîtinan bikin û bernameya xwe diyar bikin.”   ‘BI SERERASTKIRINÊN HEYÎ RE NE MIMKUNE KU KRÎZ BÊ ÇARESERKIRIN’   Sancar, li ser pirsa “Gelo di AKP û MHP’ê de ev zemîn heye? jî wiha bilêv kir: “Em nizanîn ku AKP wê di kîjan astê de biguhere. Di nava wan de nîqaşek heye. Di nava vê nîqaşê de guhertina makeqanûnê heye yan tuneye, em nizanînin. Nexweş tenê bi sererastkirinên heyî ne pêkane ku krîz bê çareser kirin. Dem wê vê yekê nîşan bide. Ji ber vê, nêrînên ew danîn holê, bêguman em ê nîqaş bikin. Ev rejîm krîza rewabûna civakî ya bi hêz dijî. Ev krîza rewa, bi xwe re krîzên nû wê bîne. Niha krîzên civakî, siyasî, polîtîkayên derveyî welat û aboriyê hene. Em dixwazin rêyên ji bo derbaskirina van krîzan ava bikin. Ev yek jî wê bi bernameya Komara Demokratîk û muzkeriyên civakî pê kan be.”    MA / Ozgur Paksoy - Aydin Atay