'Divê dewlet bi micidiya ser muzekerevan nêzî Ocalan bibe' 2019-08-14 09:04:10 RIHA - Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan bal kişand ser daxuyaniya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a gotibû ku ew dikare şerê berdewam dike, di hefteyekê de bide rawestandin û ev tişt got: "Ji bo ku li vî welatî demokrasî û aştî çêbibe, divê dewlet ne bi awayekî rêwazî bi micidiya ser muzekerevan nêzî Ocalan bibe." Di encama çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di 22'ê Gulanê de parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal çûbûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn. Piştî vê hevdîtinê çalakiya greva birçîbûnê hatibû bidawîkirin. Ji bo hevdîtinê parêzerên Ocalan gelek caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Heta niha tenê destûr ji çend van serlêdanan re hatiye dayîn. Ocalan herî dawî di 7'ê Tebaxê de bi parêzerên xwe re û di 12'ê Tebaxê de jî bi sedema cejnê bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan trafîqa ne bi rêk û pêk a hevdîtinên parêzer û malbatê yên bi Ocalan re nirxand û destnîşan kir ku dê vê helwesta dewletê dê ji aliyê gelê kurd ve neyê qebûlkirin.    'DIVÊ HÊ BÊTIR QAD JI OCALAN RE BÊ VEKIRIN'   Ocalan diyar kir ku divê hevdîtinên malbat û parêzeran bi awayekî rêk û pêk bên berdewamkirin û wiha axivî: "Hêzên ku şerxwaz dixwazin tecrîda li ser Ocalan bidomînin. Kesên ku li dijî kesên aştiyê dixwazin qarqarokiya şer dikin xwe weke komeke 'Avrasyavan' didine nasîn. Ev kom ji hêzên ku dijberî statuya kurdan dertên pêk tê. Ev welat di asta bes de êşê ji şer kişandiye. Piştî hevdîtinên bi Ocalan re hêsaniyek di gel de peyda bûye. Kîjan qenala ku dixwaze feydê bigihîne çareseriya Pirsgirêka Kurd divê têkilî bi Ocalan re deyne. 40 sal in em dibînin ku ev pêvajoya şer, çiqas xesarê dide aboriya welat, binyata civakî û vîna pêkve jiyana gelan. Dev ji tecrîdê berdin, ji bo ku Ocalan di pêvajoyê de hin bandortir be û rola xwe bilîze divê qad jê re bê vekirin. Çareseriya Pirsgirêka Kurd têkiliya bi rêk û pêk a bi Ocalan re derbas dibe"   'OCALAN MORA XWE LI DÎROKÊ DIDE'   Ocalan di berdewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: "Şerekî muhtemel ê li ser sînor dê xesareke mezin bide Tirkiyeyê. Hikumet polîtîkaya xwe ya bingehîn li ser dijberiya kurdan diafirîne. Di her axaftina xwe de gotinên ku nefretê kûr dikin bi kar tînin. Ev gotin feydê nadin demokrasî û aştiya welat. Ji bo li vî welatî demokrasî û aştî çêbibe, divê dewlet ne bi awayekî rêwazî bi micidiya ser muzekerevan nêzî rêzdar Ocalan bibe. Rêzdar Ocalan di hevdîtina xwe ya herî dawî ya bi parêzeran re dibêje ku  ew dikare şerê berdewam dike, di hefteyekê de bide rawestandin. Lê hin kes ji bo berdwamkirina desthilat û statûkoyên xwe paşeroja welat davêjin talûkeyê. Li gel şerê 40 salan jî Ocalan nasnameya xwe ya ser muzekerevaniyê ya ji bo aştiyê diparêze. Ocalan di her hevdîtina xwe de li aliyê siyaseta jiyan û jiyandinê ye. Li gel tecrîda 20 salan jî Ocalan rola xwe dilîze û mora xwe li dîrokê dide."