'Bila mexdûrên BHQ'an vegerin karê xwe' 2019-08-14 09:02:43   ANTALYA - Parêzer Ahmet Çevîk xwest ku di paketa "reforma darazê" de mexdûriyeta BHQ'an bê bidawîkirin û ev tişt got: "Divê serobinbûna jiyana wan bê astengkirin." Ji parêzerên Baroya Antalyayê Parêzer Ahmet Çevîk xwest ku di paketa "reforma darazê" de mexdûriyeta kesên ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûn de (BHQ) ji kar hatine avêtin, bê bidawîkirin û careke din vegerin ser karê xwe.  Çevîk diyar kir ku piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê welat 2 salan bi BHQ'an hatiye bi rêvebirin û bi bîrxist ku bi hezaran kes hatine girtin û bi BHQ'an ji karê xwe hatine îxrackirin. Çevîk da zanîn ku hem di kiryariyên îxrackirina xebatkarên cemaweriyê ku bi BHQ'an ji karê xwe hatine derxistin de û hem jî di derxistina dozger û dadgerên ku bi kiryariya îdarî ya Lîjneya Dozger û Dadgeran (HSK) ji karê xwe hatine derxistin de nelirêtî hebûne.   'BHQ'Î DI KOMÎSYONÊ DE HATIN EWAREKIRIN'   Çevîk destnîşan kir ku BHQ'iyan serî li Dadgeha Mafê Mirova a Ewropayê (DMME) daye, lê DMME'yê rêyên hiqûqî yên navxweyî nîşanî wan daye û deriyên xwe ji wan re girtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di vê pêvajoyê de BHQ'î di 6 mehên destpêkê de neçûn tu dadgehê. Dadgehên Îdarê gotin ku eleqeya vê yekê bi wan re tuneye û biryara qanûndanînê ye. Dadgeha Destûra Bingehîn jî got ku nikare li wan binêre. DMME'yê jî ji bo ku bi hezaran dosyayan re mijûl nebe, serlêdanan qebûl nekir. Di nav vê gengeşiyê de Komîsyonên Rewşa Awarte hatin avakirin. Lewre Konseya Ewropa jî nizanibû ku çi bike. Bi sed hezaran kesî serî li DMME'yê dida, Ew der jî felç bûbû. Piştî vê yekê bi hinceta rêyên hiqûqî yên navxweyî Komîsyonên Rewşa Awarte hatin avakirin. Biryarên îxrackirinê di van komîsyonan de hatin vekolandin. Lê di nav van 3 salan de ji sedî 93'ê serlêdanan hatin redkirin û tenê ji sedî 7 serlêdan hatin qebûlkirin û careke din vegeriyan karê xwe. Di vê pêvajoyê de BHQ'î hatin ewarekirin."    'BILA VEGERIN KARÊ XWE'   Çevîk ragihand ku BHQ'î bi hincetên vala yên mîna "endamê rêxistinê" ji karê xwe hatine îxrackirin û ev tişt anî ziman: "Piraniya dozger û dadgerên ku lêpirsînên derbarê wan de biryara beraat û bêşopandinê hatiye dayîn, ji bo ku careke din vegerin karê xwe, serî li Dadgeha Bilind dane û doz dane vekirin. Lê li gel ku bi ser van serlêdanên wan de 3 sal derbas bûne jî Dadgeha Bilind ne biryareke erênî û ne jî biryareke neyînî nedane. Van dadger û dozgeran di heman demê de nikarin parêzeriyê jî bikin. Van dadger û dozgerên ku bi hincetên vala hatine îxrackirin, divê rojek zûtir vegerin karê xwe û pêbaweriya wan paşde bê vegerandin."   'BILA ARAMIYA CIVAKÎ PÊK BÊ'   Çevîk xwest ku di paketa "reforma darazê" de mexdûriyeta BHQ'iyên ku derbarê wan de biryara beraat û bêşopandinê hatiye dayîn bê bidawîkirin û careke din vegerin karê xwe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ne li bendê ye ku bi paketa reforma darazê hemû neyînî ji holê bêne rakirin. Lê tişta ku divê bê kirin jî jiholêrakirina mexdûriyeta BHQ'iyan û pêkhatine aramiya civakî û adaletê ye. Heke reformeke darazê bê çêkirin divê destpêkê ev şaşî bê sererastkirin. Divê dawî li mexdûtiyeta van mirovên ku bi awayekî neheq hatine mexdûrkirin, bê anîn û serobinbûna jiyana wan bê astengkirin."   MA / Hamdûllah Kesen