Pîra girtiyê nexweş Aktaş: Êdî dilê min ranake 2019-08-14 09:00:04 STENBOL - Pîra Girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ê ku her du destên wî tune ne ya 70 salî Emîne  Aktaş, diyar kir ku êdî dilê wê ranake û banga xwedî derketina li neviyê xwe kir. Girtiyê nexweşîna giran Ergîn Aktaş di Sibata 2011’an de li navçeya Bazîda Agiriyê hat binçavkirin û piştî demekê li nexweşxaneyê hat razandin. Aktaş ê li nexweşxanê heya demekê hat dermankirin, piştî demekê hat girtin û cezayê girtîgeha muebetê lêhat birîn. Aktaş ê her du destên wî tune ne, navê wî di lîsteya girtiyên nexweş a Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de cih digire. Aktaş ê sîrgûnê gelek girtîgehan hat kirin, di 12’ê Gulana 2019’an de ji Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmîrê, sewqî Girtîgeha Hejmara 9 a Sîlîvrî hat kirin. Ligel 4 raporên “Nikare di girtîgehê bimîne” yên ATK’ê dayîn Aktaş, ji bo rapora 5 emîn wî şandin Metrîsê.    Pîra Aktaş Emîne Aktaş bertek nîşanî ne bernada neviyê xwe da û got: “Lige ku raporên wî yên nikare di girtîgehê de bimîne hene jî, nayê berdan. Neviyê min nikare pêdiviyên xwe yên rojane pêşwazî bike. Girtiyek nexweşîna girane. Ez dixwazim demildest bê berdan.”    ‘EV PERGALEKE CEZAYÊ YA ÇAWANE?    Pîra Aktaş a 70 salî Emîne Aktaş, da zanîn ku li girtîgehê pêkanînên dij mirovahî hene û wiha bilêv kir: “Neviyê min rastî van pêkanînan tê. Berê ji bo başkirina şert û mercên girtîgehê, neviyê min dest bi greva birçîbûnê kiribû. Ez ji bo Ergîn pir xemgîn dibim. Bi zorê pêdiviyên xwe bi cih tîne. Kesekê bi dest û mil çawan dibe ku di girtîgehê de bê girtin. Ev 9 salin li pişt deriyên hêsin perîşan bûye. Dema ku dikuxwe xwîn vedireşe.”    Pîra Aktaş, xwest neviyê wê berdan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Êdî bila ev îşkence bi dawî bibe. Wile êdî dilê min raneke.”