Li Meletiyê êrîşî komeleya ermenan kirin 2017-11-24 21:55:28   MELETÎ- Li Meletiyê hin kesan bi keviran êrîşî Nûnertiya Komeleya Dêran a Kûrtûlûşê ku aîdî ermena ye kir. Li Taxa Paşakoşk a navçeya navendî ya Yeşîlyûrt a Meletiyê, hin kesan bi keviran êrîşî Nûnertiya Komeleya Dêran a Kûrtûlûşê ku aîdî ermena ye kir. Hat hînbûn ku di dema êrîşê de kes li komeleyê tune bûye. Hin êrîşkar di dîmenên kamerayên ewlehiyê de dixuyên, lê belê polîsên ku lêpirsîn dane destpêkirin heta niha êrîşkarê ku dîmenê wî zelal dixuyê zevt nekirine.