Li Girtîgeha Sîncanê îdîaya ‘qepaxa Qûrana Kerim biqetîne’ 2019-08-13 09:12:43 AMED - Dayika Leyla Ûyanik a li Girtîgeha Sîncanê dimîne Şehrîban Ûyanik, diyar kir ku gardiyenan ji keça wê xwestine ku qepaxa Qûrana Kerîm a di destê xwe de biçîrên.  Hat îdîakirin ku li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Sîncanê, Leyla Ûyanik a 25 salî ya li dijî tecrîdê 87 rojan di greva birçîbûnê de ma, ne rakirine nexweşxanê û hîna jî pirsgirêkên tenduristiyê dijî.    Dayika Ûyanik Şehrîban Ûyanik, diyar kir ku du caran keça wê rakirin nexweşxanê, lê jêre gotin “Tu tişteke tu nîne” û bêyî ku tedawî bikin, paşve şandine girtîgehê. Dayik Ûyanik, da zanîn ku keça wê 87 rojan di greva birçîbûnê de ma û wiha got: “Piştî greva birçîbûnê pirsgirêkên tenduristiya keça min rû dane. Keça min ji ber pirsgirên xwe yên diran tenê dikare nan bixwe. Nan jî şil dike û wisan dixwe. Ligel vê yekê jî bijîjkan jêre gotine tu tiştekê te tuneye û derman nekirine.”   DEST DANÎN SER QÛRANA KERÎM   Ûyanîk, da zanîn ku her du rojan careke gardiyan dibin navê “Lêgerînê” de bi ser qawîşande digirin û wiha axivî: “Pirtûkên ji bo girtîgehan tên şandin nadin girtiyan. Di dema lêgerînê de jî dest datînin ser pirtûkên girtiyan. Di dema lêgerînê de gardiyenan ji keça min re gotin qepaxê Qûrana di destê xwe biçirîne. Nexwe em ê Qûrana Kerîm ji te bigirin. Ji ber ku keça min qepaxê Qûranê na çirine, gardiyan dest datîn ser Qûranê.”    ‘TU ELEQEYA VÊ BI MISILMATIYÊ VE TUNE’   Endamê Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) Abdullah Arkan jî, dest nîşan kir ku xwestina çirandina qepaxa Qûrana Kerîm, ne li gorî Misilmantiyê ye û li ser qepax ayetên Qûranê hene.”    MA / Omer Akin