Ew cejnên berê yên li Colemêrgê kanê! 2019-08-13 09:11:07 COLEMÊRG - Welatiyên berî bi salan neçar man ku ji gundê xwe koçî Colemergê bikin, diyar kirin ku jiyana bajaran çanda cejnê qedandiye. Welatiyan, dan zanîn ku li gundan cejn pir cuda bû û gotin: “Em dixwazin çanda cejnê zindî bê hiştin.”    Li Colemêrgê, welatiyên li dijî çanda bajêr li ber xwe didin, di cejnana de diçin serdan cîran û xizmên xwe. Welatiyên piştî serdana guristanan, derî bi derî digirin û cejna cîranên xwe pîroz dikin. Welatiyên ku cejnê pîroz dikin, xweziya xwe bi cejnê berê tînin. Abdûllah Taş ê li Taxa Berçelan cejna cîranên xwe pîroz kir, diyar kir ku çanda pîrozkirina cejnê her roja diçe ji holê radibe.    HER ROJA DIÇE TÊKILÎ QELS DIBIN    Taş, diyar kir ku kevneşopiya cejnê her sal kêmtir dibe û got: “Berî bi salan me ji gundê Peyanîsê koçî navenda bajêr kir. Jiyana bajerê em xistin nava qalikên xwe. Lê em hewl didin vê derbas bikin. Em cîranê xwe ziyaret dikin, hewl didin têkiliyên xwe gerim bigirin. Mixabin nivşê nû ji van hestan pir dûre. Têkiliyên cîran xizman her roja diçe qesltir dibe.”    LI GUNDAN CEJN PIR CUDAYE    Omer Akboga ê di salên 90’î de ji gundê Şîvişk ê navçeya Çelê koçî navenda Colemêrgê kir jî, xweziya xwe bi cejnên berê anî û wiha got: “Berê di roja cejnê wa dest pê kê de, taştê li mala herî mezin a gund dihat xwarin. Dûre hemû gund kom dibûn, bi hevre digeriyan û cejna hev pîroz dikirin. Li gund bi awayekê komî me xwarin bi hevre dixwar. Lê piştî me hatin bajêr, ev kevneşopî ji holê rabû û têkiliyên me lewaz bûn.”   ‘DIVÊ EV ÇAND BÊ JIYÎN’   Mûsa Yîgît jî, da zanîn ku ciwan ji çanda berê dûr ketine û wiha bilêv kir: “Mîna mezinên me jî vedigotin, cejnên berê pir xweş bûn û bi tehm bûn. Pêlavek dihat kirîn û ev pêlav dixin bin balgehên xwe. Di destên me de torbe hebûn û em mal bi mal digeriyan. Di salên 90’î de gundê me bale kirin. Em jî neçar man ku koç bikin. Ji roja em hatine bajêr û heya niha me tu rehetî nedîtiye. Me xwe bînayê didît. Me kesek nasnedikir. Êşên me zêde bûn. Ji ber vê me hin çandên xwe ji bîr kirin. Divê ev çand û kevneşopî bê jiyîn.”    ‘GELEK ALIYÊN VÊ ÇANDÊ HEBÛN’    Aliye û Mîkaîl Tîmûr jî, anî ziman ku ew şekir, loqûm, çay û beqlawe pêşkêşî cîranê xwe dikin û gotin: “Em ji serdana cîranê xwe pir keyfxweş dibin. Zarokatiya me li bajaroka Mezra ya navçeya Elkê ya Şirnexê derbas bû. Dûre me koçî navenda Colemêrgê kir.” Aliye Tîmûr, da zanîn ku jin berê diketin nava liv û tevgerê û wiha bilêv kir: “Ji bo me cejn cih keyfxweşiyê bû. Lê di salên dawî de, serdan kêm bûn û tu keyfxweşiya cejnê ne maye.”   MA / Hamza Gunduz