ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2019'AN 2019-08-13 09:00:36 * Girtî Yûsûf Bor (52) ku ji ber tansiyona bilind her du çavê wî kor bûne, nayê berdan. Malbata Bor ku tedawiyê girtiye ser xwe daxwaz dike ku kurê wan bê berdan. * Endamê MYK'ê yê HDP'ê Mahfuz Guleryuz, bertek nîşani gotina Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu ya “Em ê Rojhilatê Firatê paqij bikin" da û wiha got: “Ewlehiya Welatê me û Rojhilata Navîn bi aştiyek bi rûmet pêş dikeve."    * Dikandarên Antalyayê kesên dibêjin “Tûrîzm pir zêdeye” rexne kirin û gotin: “Tûrîst ji otelan dernakevin derve. Ger turîzm dernekevin û li dikandaran negerin, wê esnaf tune bibe.”   * Minareya Mizgefta Kalkandelenê ya li Avcilarê veguharandine stasyona bazê. Niştecîhên taxê ku bi stasyona bazê re dijîn, daxwaz kirin ku stasyona bazê bê rakirin.    * Dikandarên Antalyayê kesên dibêjin “Tûrîzm pir zêdeye” rexne kirin û gotin: “Tûrîst ji otelan dernakevin derve. Ger turîzm dernekevin û li dikandaran negerin, wê esnaf tune bibe.”    * Hevserokê SES’ê Mursel Firat, diyar kir ku Bernameya Veguherîna d Tenduristiyê de “têkiliyên mişterê û tucar” ava dike û got: “Ger tenduristî bê pere be wê hemû pirsgirêk çareser bibin.” Osman Ozturk ê ÎTO’yî jî, anî ziman ku yên herî zêde di SDP’ê de qezenc dikin patronên nexweşxaneyên teybetin.   * Li Girtîgeha Xarpêtê binpêkirina mafên mirovan ji rojevê dernakeve. Gardiyanên Girtîgeha Hêjmar 2 a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi hinceta "Bi odeya cîranên xwe re axivîne li girtiyan xistin. Gardiyanan girti Medenî Kiye bi giranî birîndar kir û ji ber vê yekê Kîye êdî nikare biaxive.    * Welatiyên berî bi salan neçar man ku ji gundê xwe koçî Colemergê bikin, diyar kirin ku jiyana bajaran çanda cejnê qedandiye. Welatiyan, dan zanîn ku li gundan cejn pir cuda bû û gotin: “Em dixwazin çanda cejnê zindî bê hiştin.”    * Dayika Leyla Ûyanik a li Girtîgeha Sîncanê dimîne Şehrîban Ûyanik, diyar kir ku gardiyenan ji keça wê xwestine ku qepaxa Qûrana Kerîm a di destê xwe de biçîrên.    * Li Çiyayên Kazê, çalakgerên 19 rojin li dijî komkujiya xwezayê li ber xwe didin, bi biryarin ku bi şirketên madenê gav paşve bidin avêtin. Kesên ji bo Nobeta Av û Wijdanê, yên li van çiyayan mezinbûne û yên ji bo Heskîfê jî hatine, hene.