Kampanyeya ‘Nebe muptela, azad bibe’ didome 2019-08-12 18:56:24 ŞIRNEX – Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Sîlopî, di çarçoveya “Nebe muptela, azad bibe” de bi armanca balê bikişîne ser fihûş û tiryakêşiyê li ser dîwaran nivîs nivîsandin. Li Cizîrê jî ji bo temaşekirina şanoyê bang hat kirin.    Meclîsa Jinên Ciwan û Meclîsa Ciwanan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Sîlopî, li ser dîwaran nivîs nivîsandin. Meclîsên Ciwanan ên HDP’ê di çarçoveya kampanyeya  “Nebe muptela, azad bibe” li dijî fihûş û tiryakêşiyê li ser dîwaran nivîsên balkêş nivîsandin.     Meclîsên Ciwanan, li ser dîwaran nivîsên “Ji fihûşê re êdî bese”, “Êdî bese”, “Emê rê nedin fihûşê”, “Em li virin” û “Ji fihûşerê na” nivîsandin.    CIZÎR    Meclîsên Ciwanên HDP’ê yên Cizîrê jî, di çarçoveya kampanyeya “Nebe muptela, azad bibe” wê li Mala Dengbêjan, koma Şanoya Amedê bi gel re bîne cem hev. Koma şaniyê wê şanoya bi Kurdî “Xwezgînî” pêşkêşî gel bike. Meclîsên Ciwanan ên HDP’ê yên Cizîrê beî pêşandana şanoyê, wê xelatên şampiyona turnûvaya fûlbolê bide xwediyê wan.    Meclîsên Ciwanan, hemû Cizîrê vexwendin temaşekirina şanoyê ya sibe bê lîstîn.