Li Amedê erd hejiya 2019-08-12 18:36:17 AMED - Li navçeya Lîcê ya Amedê bi pileya 4.2 erdhej çêbû.    Li navenda  navçeya Lîcê ya Amedê bi pileya 4.2 erdhej çêbû. Serokatiya Daîreya Erdhejê ya Serokatiya Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Xwezayî (AFAD) ragihand ku erdeh li gorî seata xwecihî 16:34, 6.1 kîlometere dibin kurahiya erdê de çêbûye. Erdhej li bajêr û navçeyên derdor jî hate hîskrin.   Piştî vê erdhejê 10 deqeyan şunde li Dolapderaya Farqînê jî 7 kîlometere dibin kurahiya erdê de erdhejek din çêbû. Rasathaneya Kandîllî ya Zanîngeha Bogazîçî û Enstituya Lêkolînkirina Erdhejê  ragihand ku erdheja li Dolapderêyê bi pileya 4 pêk hatiye.   Di nava rojê de saet 11:38’an navenda Taşkopru ya Pasûrê bi pileya 3.4 erdhej çêbûbû.