Roboskî daxwaza "edaletê" kir 2019-08-12 15:22:50 ŞIRNEX - Malbatên Roboskî ku şandeya HDP'ê ji bo cejnê serdana wan kir, ji bo xizmên xwe yên ku di sala 2011'an de bi balafiran hatin qetilkirin daxwaza adaletê kirin. Rêxistinên navçe û bajar ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Şirnexê 2 heyet avakirin û ji bo cejnê çûn serdana gundan. Heyeta ku Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz û Hevserokê Bajar ê HDP'ê yê Şirnexê Zekî Îrmez di nav de cih girtin, li navçeya Qilebanê cejna gel pîroz kirin. Heyet paşê derbasî gundê Roboskî ku 34 welatî lê hatibûn qetilkirin bû û bi malbatan re hat gel hev. Heyet li Roboskiyê bi malbatan re çû serdana goristana kesên ku hatibûn qetilkirin. Dayikên ku zarokên wan hatibûn qetilkirin, heyetê bi wêneyên zarokên xwe yên qetilkirî pêşwazî kirin û ev tişt gotin: "Xwedê heqê me ji zaliman bipirse."   ÇÛND Û BAJAROKA   Heyeta ku Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û Hevseroka Bajar a HDP'ê ya Şirnexê  Zeynep Ûnat di nav de cih girtin jî çûn gundên Heşta, Nerexe û Kîron û cejna gel pîroz kirin. Heyet piştî serdana xwe gundan çû serdana bajarokên mîna Gundikê Mele, Dergul û Qesrikê û cejna gel pîroz kir.    MAL BI MAL GERIYAN   Rêveberên Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê jî mal bi mal li Cizîrê geriyan û cejna gel pîroz kirin. Hevşaredarên Cizîrê Mehmet Zirig û Berîvan Kûtlû jî tevlî bîranînê bûn.