Rojnameger Aşan hat berdan 2017-11-24 20:31:31   MÊRSÎN – Xebatkara Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Zînet Aşan hat berdan. Xebatkara Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Zînet Aşan ku dema danê sibehê li Mêrsînê rojname belav dikir hat binçavkirin, piştî karên li Muduriyeta Polîsan sewqî edliyeyê hat kirin. Dozger bi daxwaza girtinê Aşanê sewqî dadgehê kir. Dadweriya Lêpirsînê bi şertê venêrîna edlî biryara berdana Aşanê da.