Welatiyê ku wesayîta parlamenter lê qelibî jiyana xwe ji dest da 2019-08-12 11:37:03   ÎZMÎR - Wesayîta parlamenterê Partiya Iyiyê Zekî Hakan Sidali li ser rêya Îzmîr û Aydinê li welatiyê bi navê Beşîr Kaya qelibî. Kaya jiyana xwe ji dest da.   Duh di saetên şevê de li ser rêya Îzmîr û Aydinê wesayîta parlamenterê Partiya Iyiyê Zekî Hakan Sidali li welatiyê bi navê Beşîr Kaya (18) ku ji hember derbarî hember dibû qelibû. Kaya li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî ji bo otopsiyê, rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê. Sidali ji polisan re ragihand ku dema wesayîtê ajotiye Kaya pê re derketiye pêşiya wî û rawestiyaye.