Di 6 mehan de 300 hezar penaber derbasî Ewropa bûn 2019-08-12 10:31:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Di 6 mehên sala 2019'an de 300 hezar penaber derbasi welatê ewropa bûn. Zêdebûna penaberan a welatê Ewropayê, Bruksel û paytextên din dixin nava fikaran.  Li welatên girêdayî Yekîtiya Ewropayê (YE), di sala 2019'an de hêjmara penaberan dîsa zêde bû. Li gorî daneyên Ajansa Penaberan a EASO ya Yekitiya Ewropoyê di 6 mehên ewil ên sala 2019'an de bi giştî 305 hezar penaber koçîe welatên Ewropayê kirine. Di raporê de hat diyar kirin ku hêjmara penaberan li gorî sala 2018'an 10 qat zêde bûye. Zêdebûna penaberan paytextên welatên Ewropa xistin nava fikaran.    Di sala 2018’an de 586 hezar, di sala 2017’an de 655 hezar, di sala 2016’an de jî 1 milyon û 206 hezar û di sala 2015’an de jî 1 milyon û 257 hezar penaberan koçî ewropayê kiribûn û ji bo mafê bicihbûnê serî li welatên Yekîtîya Ewropayê dabûn. Di nava welatan de herî zêde penaberan koçî welatê Almanya kiribûn. Ji penaberên ku koçî ewropayê kiribûn ji sedî 30-50 serlêdanên penaberiyê hatibûne qebûlkirin.    Li gorî rojnameya Alman Die Welt ji meha Çile heta Hezîranê bi giştî 100 hezar 233 penaberan serî li Almanya da û mafê penaberiyê xwest.