ROJEVA 12'YÊ TEBAXA 2019'AN 2019-08-12 09:01:28   * Endamê Heyeta Îmraliyê û siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle, bal kişand ser peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a dawî û got: "Ocalan carek din destê rizgarkirinê dirêjî Tirkiye kir. Divê Tirkiye qîmetê vî destê hatiye dirêjkirin baş zanibe. Ger qîmet bide vî destê rizgarkirinê wê ji gelek tengasî û zoriyan xelas bibe. Tirkiye wê li Rojhilata Navîn bibe navenda dilkêşiya demokratîk.    * Aktîvîsta TJA’yê Gulcan Kaçmaz, anî ziman ku ewê bi kampanyeya “Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan” a heya dawiya salê berdewam bike, dê hemû qedexeyan derbas bikin û got: “Armanca me ew e ku em hemû jinan birêxistin bikin.”    * Hevserokê ANYAKAYA-DER Şehmûs Işik, diyar kir ku divê cenazayên malbatan bên dayîn û got: “Mafê hemû malbatan heye ku cenazeyên xwe defin bikin û cenaze bên defînkirin. Divê cenazeyên tên rawestina ji bo malbatan bên dayîn û ew jî li gorî baweriyên xwe defin bikin.”   * Sarya Ertaş di malbata xwe de nifşa sêyemîn e ku xebata muzîka kurdî dike. Di 9 saliya xwe de dest bi perwerdehiya muzîkê dike, îro kilaman dibêje, stranan qîr dike û mamostetiya muzîkê dike. Xwe amade dike ku li ser piyanoyê dengê melodiyên kurdî jî bilind bike.    * Catkarên li Kumluca serevaniyê dikin, diyar kir ku ew beramberî keda xwe nagirtin û got: “Gelek cotkaran dest ji serevaniyê berdane. Divê dewlet ji bo pirsgirêkên cotkaran çareseriyekê bibîne.”   * Serokê Şaxa Endezyarên Jeolojî yê Mêrsînê Erkan Demîr, diyar kir ku di Santral Nukleerî ya  li Akkuyu tê avakirin de, kontrol kirin tuneye û du caran derz çêbûn. Demîr, da zanîn ku santrala nukleerê ya gewre bi mejiyê mitahîtan tê avakirin û got: “Berpirsiyarê vê hikumete.”    * Parlementerê HDP’ê Mûsa Farîsogullari yê têkilarî binpêkirinên mafên mirovan ên li Girtîgeha Xarpîtê zede bûne de, bi girtiyan re hevdîtin kir, da zanîn ku Girtîgeha Xerpîtê weke laboratuarekê tê bi kar anîn.    * Girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ê ku her du destên wî tune ne, ligel ku ATK’ê 4 caran rapora “Nikare di girtîgehê bimîne” dayê jî, nehat berdan ji bo rapora 5 emîn birin Metrîsê. Bavê Aktaş Tehsîn Aktaş, diyar kir ku li ser agahiyên ewlekariyê yên “Dibe ku zirarê bide civakê” kurê wî nayê berdan.    * Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, wê li avahiya  partiyê serdanên Cejna Qurbanê qebûl bike û dûre li Parka Koşuyolu cejna gel pîroz bike.    * Partiyên siyasî ji bo pîrozkirina Cejna Qurbanê wê biçin serdana hev. (10.00)   * Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) weke Herêma Marmara, wê çalakiya Nobeta Av û Wicdanê ya li Çiyayên Kaz dewam dike, ziyaret bikin. (14.00)