Midurê Bajar destûr neda Şaredar Mizrakli zarokan ziyaret bike 2019-08-11 16:49:24   AMED - Midûrê Xizmeta Civakî û Malbatê yê Bajarê Amedê destûr neda ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli zarokên li ÇODEM û Sîteya Malên Zarokan ziyaret bike.    Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mızrakli, bi minasebeta Cejna Qurbanê xwest zarokên li Navenda Piştgiriya Zarokan (ÇODEM) û Sîteyae Malên Zarokan dijîn ziyaret bike. Lê Midûrê Xizmeta Civakî û Malbatê yê Bajarê Amedê destûr neda ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli zarokên li ÇODEM û Sîteya Malên Zarokan ziyaret bike. Midûr xwest Şaredar destûrê bistîne û piştî destûr girt ziyaret bike.    Mizrakli, li ser hesabê xwe yê twîtterê agahî parve kir û got; "Me xwest zarokan ziyaret bikin û cejna wan pîroz bikin. Lê di bersîvê de daxwaza me guncav nedîtin.