Divê kontrolên venêrîn û periyodîk di otobusên rêwiyan de bên zêdekirin 2019-08-11 09:12:31   STENBOL - Di rojên dawî de li dû hev otobusên rêwiyan ê dinavbera bajaran de şewatê rû da û ev jî bû sedem mirov bala xwe bidin sektora veguhastinê. Pisporên ku şewatê bi ne kontrolkirina otobusan ve didin girêdan, diyar kirin ku kes li gorî rêziknameya şewatê ya Wezareta Veguhastinê tev nagere.    Şewata otobusên rêwiyan ên di rojên dawî de li dû hev rû dan, bu sedem ku bala mirovan biçe ser sektara veguhestinê. Herî dawî li Îzmîr û Mêrsînê otobûsa rêwiyan bibûn xelî. Dîsa di otobusa rêwiyan a li Balikesîrê şewitî de, 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Mekînê (MMO) Yûsûf Yener, Alîkarê Serokê Giştî yê Federasyona Otobusvanên Tirkiyeyê (TODEF) Hasan Yuksel Kurnaz û ajokaran şewata otobusan nirxandin    Serokê Şaxa MMO’yê Yûnus Yener, bal kişand ser kêmbûyan kontrola otobusan û wiha axivî: “Hûn bi van wesayîtan mirovan dibin û tînin. Divê ewlekariya wê di ber çavan re bê derbaskirin. Di bûyera Edermît de, parçeyek kabloya ceyranê bûye sedem. Hevalê me jî lêkolîn kirin û gotin ji ber makîneya qehvê ya ceyranê şewatê rû daye. Îdîaya ronê hejmara 10 bi kar anîn ne mimkune. Ji mazotê mînakê digirin. Ev tê kontrolklirin. Ji xwe êdî tu avantaja hejmara 10 a ron nemaye. Li Tirkiyeyê ji bo parastina can û mal, hin standart û mijarên girîng hene. Di vir de ya herî girîng kontrolkirina wesayîtane. Ji ber ku otobus di demê xwe de nayên kontrol kirin, dibe sedama bûyerên mîna qeza û şewatê. Divê tim xwediyên wesayetan bên hişyar kirin.”     TOFED: RÊZIKNAMEYAN BI CIH NAYININ   Serokê Giştî yê TOFED’ê Hasan Yuksel Kurmaz jî, anî ziman ku sedemê şewan ji sê tiştan pêk tê û wiha got: “Gelek caran motor gerim dibe û ya din jî makîneyên qehmê ne. Dema ku makîneyên qehmê bê av dimînin, gerim dibe û dişewite. Divê tedbîr ji bo şewatên otobusan bên girtin. Ger tedbîr neyin girtin, wê encamên giran jî derkevin holê. Dîsa divê xwediyên wesayîtan rêziknameyan bi cih bînin.”    PERGALA CEYRANÊ DIBE SEDEMA ŞEWATAN    Ajokar Metîn Kiliç jî, dest nîşan kir ku dinava pergala otobusan de, gelek tesîsatên ceyranê hene û wiha bilêv kir: “Gava dûkêlek kêm jî derkeve hişyarî dide. Di beşa motorê de gelek kablo hene. Dema ku ev hişyarî didin, divê wesayît bê muayene kirin.”    Ajokar Haci Can jî, da zanîn ku sedema hemû şewatên otobûsan ji ber pergala din ava otobusan deye û wiha axivî: “Dibe ku kablo li hev bikevin. Di pirsgirêkek biçûk de jî, dibe ku şewat rû bide. Ji ber vê divê tim otobus bi pergalî bên kontrol kirin.”    Di nava du salên dawî de, bajarên otobusên rêwiyan lê şewitîn wihane:    “Di 6’ê îlona 2018’an de li Navçeya Bozyazi ya Mêrsînê, di 14’ê Hezîrana 2018’an de li Gazîosmanpaşa ya Stenbolê, di 12’ê Tîrmeha 2018’an de li navçeya Datça ya Marmarîsê, di 12’ê Tîrmeha 2018’an de li Beyrampaşa ya Stenbolê, di 13’ê Tîrmeha 2018’an de otobusa şaredariyê ya Îzmîrê, di 14’ê Tîrmeha 2018’an de li Balikesîrê, di 14’ê Tîrmeha 2018’an de li Sînopê, di 16’ê Tîrmeha 2018’an de li Kutahya, di 30’ê Gulana 2018’an de li Duzce, di 12’ê Çileya 2019’an de li Kuçukçekmece ya Stenbolê, di 27’ê Tîrmeha 2019’an li Esenyûrta Stenbolê, di 20’ê Nîsana 2019’an li navçeya Pazontî ya Edenê, di 9’ê Hezîrana 2019’an li navçeya Marmarîs a Mûgla yê, di 10’ê Tîrmeha 2019’an li Beykoz a Stenbolê, di 2’yê Tebaxa 2019’an li Balikesîrê, di 3’yê Tebaxa 2019’an li navçeya Kirkagaç a Manîsa yê, di 4’ê Tebaxa 2019’an li navçeya Çeşme ya Îzmîrê  û herî dawî di 8’ê Tebaxa 2019’an de otobusa  ji Stenbolê diçe Metro Tûrîm di rê de şewitîn. Di van şewatan de mirovan jiyana xwe ji dest dan, mirov birîndar bûn û zirarên madî rû dan.”   MA / Îrfan Tuncçelik